Polîtîk

Romanski: Me behsa Rojhilata navîn, Hemahengî û berjewendiyên Amerîkayê kir

Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski ragihand ku di hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Herêma Kurdistanê de behsa Rojhilata Navîn, hemahengiya ewlehiyê û nehiştina êrişên li dijî berjewendiyên Amerîkayê kirine.

Alina Romanowski li Hewlêra paytext a Herêma Kurdistanê, bi Serok Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Kubad Talebanî û Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re hevdîtin pêk anî.

Romanowski, di derbarê hevdîtinan de li ser hesabê xwe yê X daxuyanî da û wiha got: “Ez di 1ê Mijdarê de çûm Herêma Kurdistana Iraqê ji bo ku ez pabendbûna Amerîka ya ji bo herêmê dubare bikim, hi hev re ji bo dewama hevkariya ewlehiyê û ji bo rêgirtina êrîşên li dijî berjewendiyên Amerîkayê bixebitin”.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya derbarê hevdîtinê de hat gotin ku, pirsa berfirehkirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Amerîkayê di çarçoveya rêkeftina stratejî ya Amerîka û Iraqê de hat gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya hevkariyên hevbeş û dabînkirina ewlehiya canê hêzên hevpeyman û nûnerên dîplomatîk ên li seranserê Iraqê kirye.

Di daxuyaniya Serokwezîriyê de hat gotin ku di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê kiriye.

Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên di çarçoveya rêkeftinên ligel Bexdayê de bi cih anîne û ragihand, ku tu behaneyek ji bo neşandina bûdçeya Herêma Kurdistanê nîne.

Di daxuyaniya Ofîsa Kubad Talebanî de hat gotin ku di hevdîtina bi Romanowskî re hat destnîşankirin ku di rewşa alozbûna herêmê de divê hikûmeta federal û aliyên Iraqî rê nedin ewlekarî û aramiya herêmê.

Di daxuyaniya Serokatiya YNKê de hat gotin ku di civîna li Hewlêrê de hilbijartin, çareserkirina nakokiyan, Hêzên Pêşmerge û hin mijarên din hatine gotûbêjkirin.

Back to top button