Serok: Şerê şikandina îradê li gel me nekin

 Di kongirekî rojnamevanî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: Di sed salên derbasbûyî de, dîroka Ira li ser du qonaxan dabeş dibe, qonaxa yekem ji destpêka damezirandina Iraq heya 2003yan, qonaxa diwem jî, ji sala 2003yan heya niha.Di qonaxa yekem de dîsan li ser bingeha şeraketê di navbera Kurd û Ereban û pêkhateyên din de Iraq hat damezirandin û pişka Kurdan wêrankirina 4500 gundan ji koma 5000 gund bû, Enfal bû ku bi sedema wê 180 hezar welatiyên Kurd ku piraniya wan jin û zarok bûn nebedî bûn, herweha ciwanên feylî hatin nebedîkirin û enfalkirina Barzaniyan û şehîdkirina 5 hezar kes bi gaza kîmawî li Helebçe, ku piraniya wan jî, zarok û jin bûn.Piştî 2005an, destûra Iraqê hat danîn, tevî kêmaniyan lê destûreke baş bû û yekemcar bû li Iraq destûreke weha tê danîn, heger ne ji Herêma Kurdistan ba, destûra nû dengê pêwîst bidest nedixist.Piştî demeke ne dirêj, eşkere bû, ku hemû desthelatdarên niha, tenê rûyên wan hatiye guhertin lê eqliyet heman eqliyeta enfalçiyan li cem wan heye.Şeraket nema, destûr nehat bicîkirin, gotin madeya 140 mir û nema, Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniya Iraq bû, lê çek û budceyê Pêşmerge nedihat dayin, piştre jî hevsengî û şeraket nema, heya em gihiştin wî astî di hilbijartinan de her kesek bêtir tehdîda gelê Kurd bike bêtir deng bidest dixist, çawa mirov dikare li gel civakeke weha berdewam be.Me gellek bizav kir li gel Bexda û civaka navdewletî û hemû aliyan, vê rewşê çare bikin, lê Bexda em qebûl nekirin û em neçar kir vê gave berve serxwebûnê bavêjin.Serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê, gellekî hizir li ser rewşê kir û di roja 7ê Hizêranê de, biryara referandûmê hat stendin, par wek van rojan bû, bi şandeke mezin em çûn Bexdayê û me ji wan re got: Werin em bibin du cîranên baş, em birayê hev in û bi hev re me xebat kiriye, bila bi nexweşî ev pêwendiya me bidawî neyê, wan jî helweseke nermtir ji me re dan xuyakirin.Piştî biryara encamdana referandûmê hat stendin, ew aliyên ku helwesta wan nerm bû, nehatin û ji me nepirsîn çima wê ew ew biryar da û kêşe çi ye, lê wan helwesteke tund dan xuyakirin û zimanê gef û tundiyê bikar anîn, heya gihişte wî astî ku Kurd nikaribe nerîna xwe li ser çarenivîsa xwe bide xuyakirin, ev jî tiştekî nexweş e.Pirs ew e, dema em hatin enfalkirin û kîmyabarankirin, me wê demê beha referandumê nekiribû, ji bo çi kesek nehat û negot nabe ew kiryar beramberî gelê Kurd bê kirin, di vê dawiyê de jî Kurdên Êzdî rastî wê karesatê hatin kesî negot nabe ez zordarî li gelê Kurd bê kirin, mesele çand e, çanda wan înkara gelê Kurd e û mikur nehatine bi ti mafekî gelê Kurd.Em gihiştine wê baweriyê ku tenê serxwebûn gerentiyê dide, ew karesatên hatine ser me dubare nebin.Ez dixwazim pêngavên dahatî ji bo raya giştî zelal bikim, referandum pêngava yekem e, gelê Kurdistan nerîna xwe dê bide xuyakirin û bêje çawa ewê çarenivîsa xwe diyar bike.Piştî referandumê, piroseyeke demdirêj destpê dike û referendum ne ji bo ferzkirina dîfakto ye û ne ji bo destnîşankirina sînora ne, em dixwazin diyalogeke vekirî li gel Bexda bikin ji bo em bibin du cîranên baş, heger diyalog bi başî berdewam kir, heya du salan jî dirêj bike ne xem e.Ez dixwazim bêjim, careke din tekez dikim, ku hevrêziya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de wê berdewam be, duh jî Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo şerê kontrolkirina Hewîce lihev kirin.Derbarê mişextan, Kurdistan mala wan e, weke çavê xwe em wan diparêzin, heya navçeyên wan bêne kontrolkirin û avakirin, ew li Kurdistanê xwediyê malê ne, dibe ku kêşe û nakokî di navbera hikûmeta Kurdistan û Iraqê de hebin, lê ti carî ew yek nabe cihê nakokiyê di navbera du netewan de, biratiya Kurd li gel netewên din Ereb, Turkman, Kildan Aşûrî û Siryan û Ermen û tevahiya netewên din wê berdewam be. Divê hûn jî piştrast bin ku ew jî di Kurdistanê de xwediyê male ne. Nakokiyên siyasî ti carî nabe nakokî di navbera netewan de.Ji bo cîranên me jî em dibêjim, ji me re xweş e em baştirîn pêwendî li gel wan bikin û ji 25 salên derbasbûyî ve, diyar bû ku em fakterê serekî yê aramiyê ne li navçeyê.Ji bo sîstema dahatî jî, wê destûrek bê danîn û gelê Kurdistan nerîna xwe li ser bide, amanca hemûyan divê Kurdistan dewleteke medenî dîmukratî fîdralî be û mafên hemû pêkhatên netewî û olî têde parastî bin.Li vir ez ji hemû gelê Kurdistan dixwazim, sibe bi hêminî biçin ser sindoqên dengdanê, dive pirose bi hemû pîvanan, paqij be, sipasiya hemû partî û aliyên siyasî û Perleman û Encûmena bilind a referandumê û komisyona serbixwe ya hilbijartinan dikim, sipas ji bo cemawerên Kurdistanê, Pêşmergên qareman, dezgehên emnî, ku di vê heyamê de gellekî westiyan û erkên xwe bi merdane bicîkirin, hêvîdar im di pêşerojê de jî bi awayekî serketî erkên xwe bicî bikin.

Nerîna min :