CivakReferandum

Hewldana dûrxistina Necmettin Kerim vale derket

Şevîdin li kekrûkê tevlîheviyek li Kerkûkî dest da. Hat zanin ku li hinek di va YNKê de hewldan ku parezerê Kekrûkê Necmettin Kerim ji postê wî dûrbêxin. Lê di dawiyê de Hewldanên Kosret Resul ew leyiztik sekinand û aloziya li Kerkûkî dawî hat.Çavkaniyek agehdar aşkere kir ku, tîmek ji nava YNK bi niyazin bûn kudetayek li dijî parêzgarê Kerkûkê Dr.Necmedîn Kerîm encam bidin.YNK posta parêzgarê Kerkûkê weke ya xwe dibîne û demeke hin kes li nav YNK dixwazin wê postê ji Necmedîn Kerîm werbigrin, niha jî piştî hewla wan û şovîniyên nav parlamentoya Iraqê ji ber ku, piştgiriya referandomê dixwestin Necmidîn Kerîm ji wê postê dûrbixin û bi wan kesan xweşbû  ku, ew hewlên wan cîbecî bibin.Li gor zanyariyên kesekî nav parêzgayî Kerkûk her yek ji Rizgar Elî. Xalid Şiwanî, Rifet Ebdulah û ala Talebanî bi niyaz bûn wê postê werbigrin.Ew kesê nav encûmena parêzgeha Kerkûkê ji BasNewsê re ragehand ku, ev grûp û çend kesek li nav serkirdayetiya YNK bi serpereştî û palpiştiya raste rast Lahor Cengeyî bi niyetin hêz û fitnê aloziyê bikarbînin û kudeta li dijî parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bikin daku, referandomê li wî bajarî nekin, herwiha daku bikarin bi rezamendiya Bexda wê postê werbigrin ku, dixwazin bi xiyanet û xwefiroşî Kerkûkê radestî nehezan bikin.

Back to top button