Serok pêşwaziya wezîrê petrola Iraqê kir
Li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya wezîrê petrolê yê hikûmeta Îraqê Adil Ebdulmehdî kir.
Di hevdîtinê de Ebdulmehdî kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina han diyar kir û spasiya hêzên pêşmerge kir ku karîne li şerê dijî terorîstên DIŞIê di tevahiya eniyên şer de serkeftinê bidest bixin û derbên dijwar li terorîstan bidin.
Li hember de jî Serok Barzanî bi minasebeta destbikar bûna Ebdulmehdî weke wezîrê petrolê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Ebdulmehdî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Derbarê rewşa eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê de jî Serok Barzanî eşkere kir ku hêzên pêşmerge li tevahiya eniyên şer de derbên dijwar li terorîstan dane û niha terorîst nikarin xwe li hember hêzên pêşmerge bigirin û ti bistek ji axa Kurdistanê di destê wan de nayê hêştin û tevahiya deverên din jî vê werin azadkirin.
Serok Barzanî herwiha hêvî xwest di demeke nêz de bi hevkariya tevahiya aliyên bi awayekî hertimî terorîst werin şikandin.
Di beşeke din ya hevdîtina han de Ebdulmehdî behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî kir bi taybetî di warê enerjî de û behsa siyaseta nû ya Îraqê a di warê petrolê de bo Serok Barzanî şîrove kir.
Her di vê derbarê de Serok Barzanî jî hêvî xwest ku bernameya wezîrê petrolê bibe pêngavek bo çareser kirina kêşeyên taybet bi enerjî û petrolê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Her du alî di dawiya civînê de tekez li ser girîngiya çalaktir kirina diyaloga nîştimanî ya di navbera tevahiya aliyên siyasî de kirin daku bikaribin di siya diyaloga han de çareseriyeke mayende ji kêşeyên heyî re were dîtin