Polîtîk
PYDê rê neda şervanên ENKS
Ji berî çen rojan heyetek ji ENKSê derbasî Kobanê bû. Heyeta ENKSê ji bo hinek çekdarên xwe derbasî Kobanê bikin li gel PYD-YPGê hevdîtin kirin. Lê PYD/YPG rê neda ku şervanîn ENKSê derbasî Kobanê bibin û ji bo parastina Kobanê mil bidin milê Plêşmerge, Arteşa Azad û YPG şer bikin.
Civînê ENKSê li gel PYDê tu encam nedan. Heyeta ENKSê ji bo nirxandinek nû bike vegeriya û niha rewşa heyî dinirxînin.
Gelo ji bo çi PYD naxwaze şervanên ENKS derbasî Kobanê vbibin û dijê DAÎŞê şer bikin? Di rastiya xwe de tu bersiva vê tuneye. Ka peymana Duhokê ji bo çiye?
Piştî nirxandina rewşa destdayî, ENKS dê daxuyaniyekî di derbarê vê pirsê de bide.