Polîtîk

Pêşmerge gav bi gav ber bi Şingalê ve diçe

Şervanên kurdên êzîdî û Hêzên Pêşmerge yên li Çiyayê Şingalê, êrîşî çekdarên DAIŞê kirin û gundê Barê Zorê ji çekdarên DAIŞê paqij kirin.

Parlamentere Iraqê yê endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî şervanên kurdên êzdî û Hêzên Pêşmerge êrîşî çekdarên DAIŞê li Çiyayê Şingalê kirin û gundê Barê Zorê yê stratejîk kontrol kirin.

Mehma Xelîl herwiha got, di şerê kontrolkirina wî gundî de, herî kêm 10 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û çekdarek jî dîl ketiye destê pêşmerge û şervanan.

Gundê Barê Zorê ji ber ku li ser rêyên diçin Şingalê ye ew gund cihekî stratejîk e.

Şingal ji 3ê Tebaxa îsal ve ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye dagir kirin.

Back to top button