Polîtîk

Peywendiyên Çîn û Kurdistanê pêş dikevin

Îro pênçşem 13.11.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Tan Banglîn Konsolê Giştî yê Çîn û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Çînê ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û amadehiya welatê xwe ji bo berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de nîşanda. Konsolê Giştî yê Çînê tekez jî li wê yekê kir ku bihêztirbûna peywendiya aborî û ferhengî û siyasî, dibê sedema bilindtirbûna asta dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Çînê. Her wiha hêvî jî xwest ku şand û berpirsên her dû aliyan ji bo bihêzkirina peywendiyan serdana hevdû bikin. Konsolê Giştî yê Çînê hêvî jî xwest Herêma Kurdistanê li paşarojê da sûd li ezmûnên welatê xwe yên li warên cûda cûda de werbigrê.

Li beranber da Serok Barzanî bixêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bilî balkişandina li ser pêgeha siyasî û aboriya Çînê û her wiha şaristaniyeta vî welatî, biryara vekirina Konsolxaneya welatê Çînê li Hewlêr bilind nirxand û ji bo pêşveçûna peywendiyên di navbera her dû aliyan bi destpêkekî baş li qelem da.

Serok Barzanî pêşwaziyê li berfirehkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê kir û balkişand li ser wê yekê ku li gelek waran da ji bo Herêma Kurdistanê û Çînê derfeta karên hevbeş û hevkariyê heye.

Back to top button