CivakRojev

Serok Barzanî telefona serokwezîrê Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî telefona serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û dubare hewla kuştina wî şermezar kir.

Ofîsa serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragehandiye, Serok Barzanî ji ber êrişa vê sibehê li ser mala Kazimî û hewla kuştina wî, telefona wî kiriye û dubare ew êriş şermezar kiriye.

Serok Barazanî beriya ku telefona Kazimî bike, peyamek nivîskî jî belav kiribû û bi tundî hewla kuştina Kazimî şermezar kiribû.

Back to top button