Akademîsyen Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dike, ji aliyê dadgehê ve hate girtin û ew rêkirin girtigehê.
Çi bibû:
Zanîngeha Firatê ji ber peyama “Şoreşa Îlonê, wêneyê Mele Mistefa Barzanî û Ala Kurdistanê” derbarê akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum de lêpirsîn da destpêkirin. Kutum jî nerazîbûn nîşan da û got ku peyama wî ti tawanekê li xwe nagire û tekez kir, Şoreşa Îlonê girîng, Ala Kurdistanê fermî û Mele Mistefa Barzanî jî rêberekî Kurdan e.
Akademîsyen Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dike, roja 14ê Îlona 2021an li ser hesaba xwe ya torên civakî li gel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kir.
Zaningehê di derbarê Kutum de lêpirsînek destpêkir û ew ji karê wî dûrxistin û herî dawiyê giliya wî li dozeriyê kirin û ew ji bo helwesta û hestên xwe di Twitterê de hatin ragihandin hate girtin.
Li vê derê mirov dikare li ser du babetên girîng raweste.
Yekemin naverokek a zaningeha heye. Zaningeh wek hêlûna zanebûn û azadiya ramana ne. Lê mixabin em dibînin ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê zaningeh wek cihê giliya ye û ew bi xwe bi navê zanyariyê kelepçeyê li ramana insana têxin. Karmendek zaningehê di derbarê dû bûyerên dîrokî de dîtina xwe gotiye. Ev yek çi zererê dide civatê? berevajî dîtinên wî kesî civatê ronî dike. Yekem gerek ev zaningeh bi hemû awayî bê şermezarkirin û ji berî herkesekî divê ew kesên bi navê zanyariyê sîxûriya dezgehên emnî dikin bêne şermezar kirin.
Duyem helwesta dadgehê ye.
Tê zanin ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê heq û huquk tuneye û di bin linga de ye. Gelek kes ji bo dîtinên xwe di medya civaki de belav dikin hatine binçav kirin. Sedemek dane pêş û gotine ku,ev li ser heyina dewletê dibin tehdît. Yan jî sedema ku”arikariya terorê” didin pêş. Gelo sedemê girtina Kutum dê çewe bê îzah kirin? Ev yek bi xwe dide xûyakirin ku, inkara dîroka Kurda û heyina Kurda li hemû beşên Kurdistanê de ji bo ziyniyeta dewleta Tirk û piraniya dezgehên wê xeteriyeke. Ji ber ku ew bi mejiyek nijadperest difikirin û bûyera dinirxînin.
Ji aliyek din ve, eger navê Kurdistanê û Ala Kurdistanê qedexebe, gerek di serî de Erdogan û gelek wezîrên hukumeta Tirka bêne dadgehkirin. Ew hemû di bin wê Alê de runiştine û bi navê KURDISTANê karanine. Gelo tişta ku karmendê zaningehê bi karanî,çi zererê dide ? çi xeteriya wê heye? yên biryara girtina Kutum dayin nesibê xwe ji mirovatiyê wermnegirtine.