Serok Nêçîrvan Barzanî “hewla terorkirina Mistefa Kazimî” Serokwezîrê Iraqê şermezar dike.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twîtterê , hewla terorokirina serokwezîrê Iraqê wek karek teroristî nav dike û dibêje: “Ez hewla kuştina serokwezîr Mistefa Kazimî ya têkçûyî protesto û şermezar dikim, ku îro danê sibê bi dronekê li dijî cihê mana wî li Bexdayê pêk hat, û spasiya Xwedê dikim ji bo silametiya wî. Ev kiryara terorîstî geşedaneke metirsîdar e ku ewlehî û aramiya welat dixe metirsiyê û encamên xirab derdixe holê. Ez bang li her kesî dikim ku li ser xwe û aram bin.”
Îro di demjimêrên sere sibehê de, bi droneke bombekirî êrişî mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin û hewla terorkirina wî hat dayîn, lê ev çalakiyî serneketiye û Kazimî silamet e.
Di vş derbarş de berpirsşn ewlehiya Iraqê dan xûyakirin ku; Di nîveşeva Şemî li ser Yekşemiyê de hewla terorkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye dan, lê diyar kiriye ku hewldana terorkirinê biserneketiye û “Kazimî silamet e” û ji vê hewla terorê rizgar bûye.
berpirsşn ewlehiyê hewla terorkirina Serokwezîr bi “droneke bombekirî” bûye ku cihê mana Mistefa Kazimî li navçeya Kesk a Bexdayê kiriye armanc.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî êrişa li ser mala xwe û hewldana jibo terorkirina xwe, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand: “Ez pirojeya rizgarîxwaziya Iraq û gelê Iraqê bûm û niha jî me, mûşekên xiyanetê dilgiraniyê nade bawermendan û mûyek jî ji rijdbûn û îsrara hêzên me yên qehreman ên ewlehiyê ji bo parastina ewlehiya xelkê û bidestxistina maf û pêkanîna qanûnê wek xwe nahejîne.”
Kazimî got, “Ez baş im û hemd ji Xwedê re, di nav gelê xwe de me, ji bo xatirê Iraqê ez bang li her kesî dikim ku aram bin û xwe kontrol bikin.”