PolîtîkRojev

ENKS:Em bi hêvî ne girtiyên din ên ENKSê bên azadkirin

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso azadkirina girtiyên ENKSê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve wek pêngaveke erênî bi nav dike û dibêje, “Em bi hêvî ne girtiyên din ên ENKSê bên azadkirin.”

Roja Şemiyê 6ê Mijdara 2021an, Asayişa Rêveberiya Xweser sê endamên Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) piştî 112 rojan ji girtinê, ji zîndanên xwe berdan.

Ji duh ve, kesûkarên wan girtiyan û partiyên di nav ENKSê de serdana wan dikin.

Îro şandeke ENKSê seredana Endamê Desteya Şêwirmendî ya PDKSê Mihemed Eyo kir, li cihê serdanê Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji Rûdawê re ragihand, ew bi hêvî ne Rêveberiya Xweser girtiyên din ên ENKSê jî azad bike.

Silêman Oso tekez kir, azadkirina hevalên wan dibe pirek ku careke din diyalog di navbera ENKS û PYNKê de destpê bike.

Silêman Oso got: “Cihê şanaziyê ye ku wana li xwe vegeriyan û hay ji xwe bûn ku karekî xirab kirine, karekî çewt kirine, em bi hêvî ne ku ew li xwe vegerin, ku bizanin heta çi radeyekê ew kar, girtina wan hevalan wek rehîne xizmeta wan nake. Çi mirovê ku bi wê bûyerê dibîst, şermezar dikir û digot ku ew karekî gelek xirab e. Em bi hêvî ne ew gavek be jibo bidawîbûna girtinên siyasî, herwiha hevalên me yên mayî jî bên berdan, wek heval Ebdulxefar, ew jî hîn nehatiye berdan..”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê da xuyakirin, ji bilî yekrêziya Kurdî ti rêyeke din jibo parastina maf û destkeftên Kurdan tune ye û diyar kir, di şert û mercên zehmet ên niha de, divê herdu alî ENKS û PYNK destê xwe bixin nav destê hev û milletê xwe biparêzin.

Silêman Oso destnîşan kir, ew wek ENKS helwêsta wan di çarçoveya yekrêziya aliyên Kurdî de ye, lê divê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li gotara xwe ya tohmetbarkirina bi xiyanetê vegere, daku careke din herdu alî bikarin li ser maseya diyalogê li hev bicivin û karê mayî yê li pêşiya xwe bidawî bikin.

Back to top button