Nivîsar

Serok Barzanî: Şoreşa Gulan xwedî dastanekî mezine

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Ji bo 35 saliya salvegera hilbûna şoreşa Gulana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî wan hemû Pêşmergeyên qehreman dikim ku rola wan li vê şoreşa pir destkefta gelê me da hebuye, ku piştî plana Cezaîr û wekî berdewamiya şoreşa mezina Eylûl hate hilkirin û bi fedakariya wan Pêşmergeyên dilêr û giyan li ser dest û azayane xwe hilnedan ku karwana xebatê rawestê û bi van hestan ve jî plan û meramên dijminan hate guhertin û ji bo wan ronahî bû ku şoreşa Kurd encama hebûna pirsa rewa û mexduriyeta mîlleteke ku heta ew pirs çareser nekirî bimînê tu planek nikarê dengê rewa bibire û îradeya wê têk bişkênê.

 

Îro ku em salvegera wê şoreşê pîroz dikîn, destkeftên wê armancê em bi çavê xwe dibînîn, eve piştî bîst sal li raperîn û azadiyê, li Kurdistanekî avadan û geş da, bi hengavên xurt û bi xwe baweriyê û demokratîzekirina damezrandinên nîştimanî û serweriyên me diçîn, ku eve jî neku her şanaziyeke mezine, belku pêkhatina hêvî û xewna têkoşerên kevinê Eylûl, Gulan û belge û cihê dilnewayiyê ye ku xwedî bi nirxê şehîdan û westabûna salên dirêjê têkoşeran û koçberî û meynet û karesatê mîlletek bi vala neçuye.

 

Şoreşa Gulan xwedî destanekî mezine ku li dîroka gelê me da rehenda siyasî û neteweyî û xebatgêriya xwe heye ku heqiye hemû çîn û tuwêjên gelê me şanaziyê pêve bikin û destkeftan jî bixin ber çavê xwe.

 

Îro Kurdistan bûye malbenda birayetî û pêkve jiyana lêborîniya olî û mînakeke zîndiya jiyana demokratiyetê ye li Iraq û navçeyê bi giştî û bi hêviyeke mezintir ve jî temaşa paşarojê ya bi navê zêdetir geşkirina ezmûna gelê me û pêşketin li warê jiyan û guzeran û asûdeyî li sayeya serweriya yasa û binyadnana civaka medenî û ji bo vê mebestê jî li gel hizb û aliyê siyasiyan Kurdistanê da li xebata bêwçanda dibîn, ji ber ku dabînkirina paşarojeke geş pêwîstî bi îradeyekî yekgirtî heye, ji bo wê yekê li ser gelê Kurdistan pêwîste bi hemû pêkhatên neteweyî û olî û mezhebî û aliyê siyasiyan ve li asta berpirsiyariya dîrokiya xwe bin û bi yek helwest bergirî li destkeftên niha û pêkanîna wê paşarojê bikin.

 

Silav ji bo giyanê pakê yekem şehîdê Gulan Seyîd Ebdulla û hemû şehîdên wê şoreşê û sercem şehîdên Kurd û Kurdistanê be û silavê taybetî jî ji bo malbata wan ê serbilind be. 

 

Mesûd Barzanî

 

25.05.2011

Back to top button