Polîtîk

Serokê Kurdistan pêşwaziya Haşimî kir

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya kesayetî û siyasetmedarê Kurd û endamê berê yê Parlemena Tirkiye Seyîd Haşim Haşimî kir. Li hevdîtinê de, pirsa hilbijartinên Tirkiye ku biryare li 12-ê hezîrana pêş da birêve biçê û her wiha nexşeya siyasiya piştî hilbijartin û nêrîn û dîtinên vê hilbijartinê hate nirxandin. Rola Kurd li hilbijartinê da û her wiha giringîdana bi wan hilbijartinê û çareseriya bi aştî û demokrasiya pirsa Kurd li rêya diyalog û danustandinê tekez li ser hate kirin.

Wek tê zanîn  ji berî ku serokê Kurdistanê pêşwaziya Haşim Haşimî bike, heyetek ya kurdên Bakur pêşwazî kiribû. Piştî hevdîtina vê heyetê hevdîtina li gel Haşim Haşimî li ser rewşa hilbijartina li Tirkiye gelek balkêşe. Ji ber ku tê zanin ku Haşimî pişgiriya siyaseta Ak Partiyê dike û ne di nav heyeta kurdêb din yên Bakurde bû.

Back to top button