Cîhan
Hêzên dijberî rejîma Sûriyê li Antalya dicivin!..
Li ji aliyekî ku jimara kuştiyên di nava van her du heyvan de li Sûriyê gihiştî li dora 1.100 kesan, ji aliyê din ve jî,
Li aliyekî ku jimara kuştiyên di nava van her du heyvan de li Sûriyê gihiştî li dora 1.100 kesan, ji aliyê din ve jî, hêzên dijberî rejîma Sûriyê amadekariyên civîneke berfireh li bajarê Antalya dikin. Civîna ku wê li 31’ê Gulanê destpêbike ji aliyên ajansa Fransa AFP’yê ve hate pişt rastkirin. Serokê Mafê Mirovan ê Sûriyê Emar Kûrabî ji ajansa AFP re ragihand û nûçeya civînê pişt rastkir. Her wiha hate zanîn ku li Otêla 5 Stêr 275 ode hatine veqetandin. Lê, li ser ka wê kî di civînê de amade bibe û plan û armancên vê civînê çi ne, nehate ragihandin.
(Avestakurd)