Li Diyarbekir bombe avêtin Xaniyê Ak Partiyê

Serokwezîrê Tirkiye 1-ê Hezîranê tê Diyarbekir. Li gora cîgirê Erdogan Bulent Arinc dayî kifşkirin , dê Erdogan vê carê li Diyarbekir peyamek nû bide. Ji berî hatine Erdogan şevîdin di demjimêr 19.30 -î de teqînek mezin li xaniyê Ak Partiyê yê li Diyarbekir çêbû.

Hinekan bombeyek ya deng avêtin xaniyê Ak Partiyê,  cam û deriyên xanî têkçûne  zerer tenê gihaye xanî. Lê li gora agahdariyên ragihandinê tu kesek  nehatiye kuştin û birîndar jî tunene. Lê ji berî hatina Erdogan ev êrîşên bi vî cureyî gelek balkêşe.

Serokê Ak Partiyê yê bajarê diyarbekirê Halit Advan da xuyakirin ku, ev êrîşa li ser xaniyê partiyê parçeyek yê şerê qirêj e. Lê çêkirina destûrek nûjen wê dawiyê li vî şerê qirêj jî bîne.

Nerîna min :