Polîtîk

Komîteya amadekar a pêkanîna konferensa netewî tê avakirin

Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fûad Hisên îro di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got ku,  piştîn hevdîtina serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî digel serokê partiyên  bakûrê Kurdistanê, nuha ji bona pêkanîna komîteya amadekarkirina konferensê amadekarî tên kiir.

Hisên aşkere kir ku komîteya amadekirina konferensa kurdistanî dê di bin çavdêriya serokatiya herêma Kurdistanê de be û di dema pêş de serok û endamên komîteyê dê bêne diyarkirin.

Hisên xuya kir ku pêdiviye tevahiya kurdistaniyan di konferansê de beşdar bin, lê heta niha nediyar e kî dê beşdar be û hejmara wan çiqas e.

Her li dor amadekariyên pêkanîn akonferensa kurdistanî, Ahmet Turk di daxuyaniyekê de ji Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DIHA) re got:
– Di hevdîtina me ya digel birêz Barzanî de li ser konferansê lihevhatinek hate kirin. Konferans dê li meha cotmehê bê sazkirin.
Turk diyar kir ku konferansa neteweyî bo kurdan gelekî girîng e û bi vê konferansê bo kurdan dê qonaxeke nû dest pê bike.

Hevserokê BDPê Hamît Geylanî jî got:
– Me li hemberî siyasetên jinavbirin û înkarê, bi armanca sûdwergirtin ji pêşhateyên li Rojhilata Navîn, biryara yekîtiya neteweyî da. Daxwaza me ya rastîn yekîtiya hemû gelên ku di vê cografyayê de dijîn e ne ku tenê yekîtiya kurdan e.
Serokê giştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel jî da zanîn ku li Rojhilata Navîn guherînek dest pê kiriye û ji bo ku sûdê ji van guherînan werbigirin divê kurd bibin yek.

Şeraffetîn Elçî jî got:
– Pêwîst e hemû hêzên kurdî bi rengê xwe beşdarî vê konferansê bibin. Kurd dizanin serkeftin û azadî bê bi yekîtiyê tê bidestxistin.

Şandeya hevbeş ya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) û Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) dawî li hevdîtinên xwe yên li herêma Kurdistanê anî ku di çarçvoeya karûbarê konferansa giştî ya Kurdistanê ya bo Lihevhatinê ya KCDê de, pêr hatibû Hewlêrê.
Şandeya hevbeşa serokên partiyên bakûrê Kurdistanê digel her yek ji Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîr Berhem Salih û Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê civiyan.

Back to top button