Polîtîk

Kurd mafên xwe yên çarenûsîyê dixwazin

Kurd doza mafên xwe yên neteweyî dikin. Dixwazin ew bi xwe biryarên li ser mafên xwe yên çarenûsî bidin. Ev mafeke ku, li gora hukuka siruştî, li gora peymana navnetewî ya mafê mirovan û li gora peyama YN hatiye pejirandin. Destkevtina vî mafî kifşkirina statuya kurdan e û ew jî mafê dewletbûnê ye. Dema kurd bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin, dikarin bibin dewletek serbixwe, federasyon û awayên din yê dewletbûne, ya girîng kurd bi xwe biryarê li ser çarenûsê xwe dê bidin.

Ew dîtinên ku wek prensîb mafê çarenûsî qebûl nakin, nikarin di nav Kurd û Tirkan de wekheviyê pêkbînin. Ji bo vê yekê di destura bingehîn ya Tirkiye de divê mafê kurdan yên neteweyî bête naskirin. Ew çareseriyên ku di bingeha xwe ne li ser destkeftiyên mafê netewî bêne kirin tu cara kurdan girê nade.

Wek din neteweyên din yên li Kurdistanê dijîn li gora çanda xwe û baweriyên xwe divê bi azadî bijîn. Divê ev mafê wan di bin demana hukuka navxwe ya Kurdistanê de be.
Komîsyona çendemî di civîna xwe ya ewilê de li ser prensîbên xebatan van biryarana  girt.
 
1. Di xebatan de zelalî esas e. Çapemenî bi taybetî jî çapemaniya Kurdisanî bê cûdatî tên agahdarkirin.

2. Bi taybetî jî piştî hilbijartina 12’ê Puşperê di serî de bi rêya konferans,panel û sempozyumê, ji bo xizmeta agahdarkirin û têgihiştinê, dê xebatên xwe bidomîne.

3. Ji bo avakirina têgihiştinekî nû û rast û çavkaniya xwe ji mafên rewayên Kurdistaniyan digre û digel vê yekê çalakiyên pratîk bên organîzekirin.

4.  Divê Komisyon li her çar parçeyên Kurdistanê bi partî û komleyên sivîlê re peywendiyên xurt bike û bi vê yekê li ser armanca belavkirina kampanyayê dê bixebite.

5. Di wan xebatan de her hemwelatiyê Kurdistanî ji bo pêşveçûyina kampanyayê dikare pêşniyar û rexneyên xwe bike. Her wiha dikare di naw xebatan de cih bigre û li gorî hêza xwe dikare kontrolkirina xebatan bike.

6. Hemî encamên van xebatana ji bo xurtkirina kampanyaya imzayê wê bê kordîne kirin.

7. Îmzayên ku hatine komkirin ji NY û PE ( Parlementoya Ewropayê ) re tê şiyandin û di 24’ê Tîrmeha 2011’an de li pêşiya avahiya Peymana Lozanê ku tê de hatîbû îmzekirin, dê daxuyaniyekî çapemeniyê bê lidarxistin û ew peyman wê bê şermazar kirin.

Navnîşana têkiliyê:  [email protected]

 

Komîsyona Çendemî  yê Amadekar

27/05/2011

Ji bo tevlîbûna kampanyayê : https://spreadsheets0.google.com/viewform?formkey=dEFKLUFxc0NONXluNHlIVEl2ZWhyMUE6MQ#gid=0

Back to top button