Di ramanek azad de Yilmaz Guney û Ahmet kaya
Beşa 2.
Bi ramanekî azad, Yilmaz Güney û Ahmet kaya ew iro li jiyan buna, ewilî ewê ji her rewşenbir û welatparezên Kurd’re bi hevre bahs, ronikirina vî sed salên dawî li berçav derbaskirina diroka Kurda, mafên wani netewi, li welaten wani Kurdistan, bûyerên cihane û piştre şiklên avabûyîna vê Cumuhuriyete Tirkîye, dewletawê û bi destên kê ? Bi çi awayî ? li ser gel Kurd hatiye ferzkirin û heta îro çawa tê meşandin ? û irojî ev Dewlet hejî çawa bi israr di berdewama sistema xwe de, bi partiyen xwey rejime re, yên weke CHP, MHP, AKP ewê rûreş bikiriya û ew giş çawa ( projeyên xweyî yek dewlet, yek milet, yek Al û yek zimanên fermi Tirkîye, li ser înkar û red kirina mafên azadiya netewa Kurde bakur û ku îro bi deste Abdullah Öcalan li imraliye.
Li derva jî bi riya PKK, DTP, BDP li ser gelê Kurd li ser bingeh û naveroka proje bê mûnaqşeyek demokratik, li cem endam û gelê Kurd, ew bi yek ali, bi hile, bi riya tirs û zore li ser irada gel qepik danine / rûniştine bi dewletere wek nûnerên xwesteka gel, hemu mafê azadiya gel bi hevre, li gor hesaben xwe û senariyoya serdestiya xwe dimeşinin.
Ji ti xeletiyên xwe berê lêborinên xwe jî nadin / ew projên wani Demokratik Cumuhuriyete, bi navên biratiye, aşitiye, jibo mafên netwa Kurda bo bi qurbanbankirina yekpariya Dewleteke kit Tirkîye / qurban bûyîna ji yek dewleta Tirk, projeyek sedî sed danina bingeha mozaîkirina Kurda û li dij wek hevîya maf û azadiyên netwîye û ji bo peşî lêbirin, têkbirina mafên Fedralizmeki wek hevî, ji bo laiq nêditina dewletbuna gelê Kurdaye, ev helwesta han ki dibe bila bibe, ji bo hemu gelên Rizgari xwazên Kurdistanere îxanetek mezine.
tê bigotana rahmetiye Yilmaz Güney û Ahmet Kaya.
Şûayip Adliğ û Yilmaz Güney: Sala 1978Li zindana Topaşi / Îst.
Gelê Kurd û welatên wan Kurdistan.
Di sala 1639an de, bi peymana Kasri Şîrînê, Kurdistan di navbera împaratoriyên Îran û Osmanî de hate dabeşkirin / parvekirin. Piştî şerê cihanê yêkemin, bi peymana sewre ya 10 ê tabaxe 1920-î ku ji alîye Koma Milletan va hatibû îmze kirin, ji xeynî deverên di bin desthilata Fransî de, statuyeke serbixwe ji Kurdistane ra di bin desthilata Osmaniya de hate pejirandin.
Piştî şerê cîhanê yê yekem împaratoriya Osmanî hilweşiya û sînorên îro yên Tirkiyê di navbera nûnerên tirk û dewletên hevpeyman bi Peymana Lozanê di 24ê tîrmeha 1923’an de hate danîn. Axa Kurdistanê ya bin destê Osmaniyan de careke din hate parçe kirin û Kurdistan bû / kirin çar parçe.
Lê bûrjuvaziya Tirk a xwedî desthilad. Rêber û avekerên CHP, bi rêberiya M. K. Atatürk û Îsmet Paşa, di kemmafên, kêmeneteweyanda û gelê Kurd ji hev cuda kir, li ser maseya bi welatên mezin ên kapîtalîst rûniştin, bi fen, bi awayek nê rast, ev car di sala 1923-yan de, bi peymana Lozanê ya ku vê carê Kurdistan kir çar perçan imze kirin.
Liwir derbeya herî dijwar li netwa gelê Kurd / Kurdistanê hate xistin. Ji vê neheqîye re Kurd pir pê êşîyan û nê razibûna xwe diyar kirin, Tirkîye go nêda xwestên wan, gelê Kurd jî ji bo azadiya mafê netewa xwe bistine dest bi serhildana kir û bi deh hêzaran ji wan hatin qetilkirin, zindanada bi nexweşi, ên mayî di riyên koçberiyede zahfên wan ji birçiya li ser rê û li çolan mirin, ên sax mayi zilm, zor li wan dahate kirin û wan bê siyanet û rencîde dikirin.
Qetiliyama Koçgiri, Qetiliyama serhildana Şêx Seîd
Qetliyama serhildana Agirî, ku bi alikariya 80 Firokeyên Îngilizi û bi tevî 66 000 hêzar leşkeran ve ser hildan û xwestekên avakerên dewleteki Kurda şikandin, piştre Qetiliyam û wahşeta di Newala Zilanede mêr, jin, keç, zaruk, kal, pirikên ixtiyar û jinên bi hemle 15 000 hezar insan liser hev, bi gûlên tivingên Înglziyan di gola xwînede du car hatin qetilkirin.
Li sala 1937 / 38’de qetliyama serhildana gelê Dêrsime ev hemu serhildanên han, ên gelêmey Kurda gelek bi zelali diyar dike ku ew çikas giredaye azadiya welate xwey Kurdistane û li dû hemu heq û huquqen mafên netewa xwedebun.
Şerê Şêx Seîd û salên Şewatê Wek tê zanîn serhildana Şêx Seîd di sala 1925 an de dest pê kiribû. Herçiqas serhildanê li Pîranê dest pê kiribe jî, di eslê xwe de navenda şoreşê li herêmên Licê û Darahênê bû. Licê û Darahênê cîranên hev û wek heremek in. Ji xwe paytextê şoreşê Darahênê bû. Licê hêj ji sala 1918 an ve, bi rêxistinî bû.
Fehmiyê Bîlal di sala 1918an de bi Ekrem Cemîl Paşa û çend kesên din re li Amedê beşê Komeleya Pêşketina Kurdistanê vekiribû. Ew Di sala 1922an de jî bûbû damezravanê Rêxistina Azadî ya beşê herêmê. Piştre ku Serokê Rêxistina Azadî Xalid Begê Cibrî ji aliyê dewletê ve tê girtin, vê carê Rêxistina Azadî Şêx Seîd wek serok hildibjêre. Şêx Seîd ji pêşewayên Tarîqata Nexşebendî yek bû. Di nav tarîqata Nexşebendî de ew şêxekî paye bilind bû. Şêx Seîd dibe serokê şoreşê û Fehmiyê Bîlal jî dibe sekreterê wî.
Di meclisede, Li ser biryara CHP û damezranên wê M.K. Atatürk û Îsmet Înünü wi û hevalên wî di mahkemeyên Îstiklalî’de, Şêx Seîd di 29 hazîrane 1925an de hatene dardekirin.
Şêx Saîd ku li Palûyê ji dayikbibû, neviyê Şêx Septî û kurê Şêx Mehmud bû.
Ha rabû ha rabû, Şêx Seîd efendî rabû
500 suwriyên şervanên azadîye rabûn
lê ew ketin daf û xefikên leşkerên Tirkane
Gulleyên van zaliman Diçirsin wekî çirane
Topên van kafiran, Dizûrin wekî gurane
Heylo li me hewarê, Delil li halê Kurdane
lê kesek naye bi hewara me gelê Kurdan
Ev çi bê edaletî û bextiyêkî zor û girane
Lo birano disa fermana serê me Kurda ne.
Gola ji xwînê pir kûr e, debra nû nadê qamê
Lo katibê rome yo de yazke yazke vê bêbextî û qetliyama we yo.
Da zarukên me rojekî bixwînin we çi ani serê meyo
Bo bistinin heyf û heqên me ji we qatilên romê yo
Şêx Seîdê Pîran û hevalên wi
Beriya şehîdbûna wan Gotinên wani dawî…
Bazı Kürt ayaklanmalarına önderlik edenlerin, Kürt aydınların idam sehpalarında, mahkemelerde söyledikleri son sözler çeşitli kaynaklarda farklılıklar olsa da şöyle geçti:
Şêx Seîd: Dünya yaşantımın sonu geldi. Ulusum için kurban edildiğimden dolayı pişmanlık duymuyorum. Yeterki torunlarımız bizi düşmanlarımızın önünde mahcup bırakmasınlar.
Ji Xınuse Xalid Cebri Beg: Karşınızda yalnız değilim. Arkamda İran, Mezopotamya ve Türkiye’de muazzam bir Kürt ulusu bulunmaktadır. Bugün beni asıyorsunuz, fakat hiç şüphemiz yoktur ki yarın torunlarımız da sizleri yok edeceklerdir.
Şêx Abdülkadir (Senötör): Zaten sizler yakma ve harab etme konusunda büyük bir şöhrete sahipsiniz. Burasını da Kerbela’ya çevirdiniz. Şunu biliniz ki dehşet ve insafsızca sömürü ile şan ve şeref kazanılmaz…
Yusuf Ziya Beg (Bitlis Milletvekili): Bize mevki ve rütbe bahşetmek suretiyle bizi aldatabilirsiniz endişesi içendeydim. Şükür Allah’a ki bizi mermi ve iple karşılıyorsunuz ve bundan dolayı biz hiç pişman değiliz. Verdiğiniz ders sayesinde torunlarımız öcümüzü alacaklardır.
Doktor Fuad Beg: Vatanım için yiğitçe kurban olmayı daima düşünürdüm. Şüphesiz ki asılmakta olduğumuz bu toprağa bağımsızlık bayrağı dikilecektir.
Seyit Rıza: “75 yaşındayım, şehit oluyorum, Kürdistan şehitlerine karışıyorum. Dersim mağlup oluyor, fakat Kürtlük ve Kürdistan yaşayacaktır, Kürt genci intikam alacaktır, kahrolsun zalimler! Kahrolsun kahpe ve yalancılar.”
Emê tucara wan jibir nekin û di berxwedanên xwede ji wanre bi layîqi heta nefesa xwey dawî ji bo azadiya netewa gelê xwe bistinin kar bikin
tê bigotana rahmetiye Yilmaz Güney û Ahmet Kaya.
Jihingêve Li Tirkiye, dibin siwana CHP MHP û peymana Lozanê, bi çanda xwêy yek dewlet, yek milletî, yek ziman, yek Ala, bivê felsefa faşizan û nijastperesti dest pêkirin, dirokek ne rast avakirin û bi metodên hovane, zor, zilm û şovên, di her qada jiyanêda, be programên, ên yek millet, yek ziman û yek dewletîya Tirkîtiye jî inkara hebuna gelê dina, zimanen dina, çand û olên dina, bê ehlaqi û bi metodên nê rast mejîyên vî gelî şuştin.
Insanên xwe kor kirin û dirokekî derewker avakirin biserdejî, wek ku mirasêkî va di riya adil de, xwe pêşketi / pêşxistiye û xwedêgiravi ew etnikekî bi esil, rêberên milletkî qeyîm, şoreşger, hevdem û bi navên çanda ji nuve xwevejîn, em va heroj / her dem xwe ava dikin, bi hêzaran çirok, metelok, helbest, govend, gotin, çand û sitranên Kurdi dizîn, ji xwe re welgerandin Tirkî.
Ew bi her awayî, bê fedî û şerm, li ser çand, dewlemendiya gel, xaka edin û bi zore ji emega însanên Kurd, hukumdariya xwe, ji hebûna bi milliyona gelê Kurd ji % 50 aboriya xwe, hemu sazi û leşkerên xwe ev 90 sale xwe xurt kirîye / ew bi xêra gelê kurd li ser piyaye û wan gelê Kurda di Qetiliyamada derbaskiriye, jî zorî, koçberîye, zindan, kuştin li ser vî gelî kirîye adet, li hafa çavê dinye bê fedî hê jî dixwazin berdewam bikin / hemû însaniyet jî ji van karinên wanî bi wahşet şaş û ecêp mayî maye û wek însan, hemu mirovati ji wan di vereşe û fêdî dike.
Ew mafên netewa gelê Kurd ji ewilda inkar kirin, bi gotinên kart, kirte wek civatekî çiyayî xwestin bidin nişandan ev proja wan nê çû ser. Irojî wek ku ev sed salên dawî qet tû tiştekî xirap nekirine / nebûye. Dewleta Tirkîye cardin bi siyaseta partiyên xwey sivil CHP, MHP û hukumeta AKP’ve, liser inkara maf û azadiya netwa gelê Kurd û iradawan bi metodên qirej dixwazin bi berdewami bi xweva, di bin cendera şovenizma Tirkizmeda ev çend sale li Imraliye Planen projea xwey Xweseriya Demokratik “Demokratik Cumuhuriyet” bi deste Abdullah Öcalan li nav gel / li ser gel dixwazin bi riya PKK KCD BDP bi metodên nê Demokratik bi hile / bi canbaziyan li ser gel dixwazin peymanekeke xapinok Lozana 2 em li ser netewa Kurd ferz bikin û li ser inkara mafên netewa 20 miliyon kurdî, cardin dixwazin Kurda perçe perçe bikin, lê ev proje naçe seri, dem dema siber, interneteye di vê dinya golobalde edî wek berê, gelê Kurd ewê nikiaribin bi xapinin.
Ji hilbijartinên 12 hazirane’re sal 2011’de
li ser Tifaqa KADEP Şerefetin Elçi bi BDP’re li ser berjevendiyen şexsine nê netewiye û bişgiriya HAK PAR – TDŞK ji bo berendamên serbixwe’re jî bi BDP’re, li ser 7 xalên îmzekiri BDP’li nê samimine, ev ji bo wan manevrayeki seçimeye û nê netewîye, ew dixzmeta proja Demokratik Cumuhuriyet’dane, herin bibinin, li ser malpera BDP û projên wani bi nivisikî bixwinin. Ku ew heft (7) xal li malpera BDP heta vega nê hatiye weşandin.
Hemu welatparezên netewa Kurdistane, HAK PAR, TDŞK goyen xwe baş bidin peyv û helwesta ber endamên serbixwe BDP, hevpeyivina A. Tugluke di rojnama Terefeda, Peyvên Leyla Zana ji bo pêşniyara berdana A. Öcalan ji bo bi cihkirina Proja Demokratik Cumuhuiyeti ya dewlete bo integresiyona mafên netewiya gelê Kurd à bi deste A. Öcalan.
Peyvên Ş. Elçi, A. TAN,E. E; Ayna.
S. Demirtaş hê par li parise bi K. Kiliçdaroğlu’re hevditinen xwe kiribun û filorten CHP bi BDP liyan’re, tifaka BDP û 17 gurubên çepên Tirka û bê dengiya BDP bi helweta CHP’re eve peymane, tifaqa nav wani konkiret û bi jiyankiriye tê meşandin. Ew bi hevra li ser reça xizmeta yek dewlet û meclisa Tirk, Ala Tirk û yek zimanên fermi bi dizayina dewlete kûr ji bo bi cih kirina Demokratik Cumuhuriyeti’da tev dest dane hev, birênin peyvên Kiliçdaroğlu li ser naveroka proja xweseriya li colemerge bahskiri, ku di mitingede BDP jêra li çepka dixistin. Çend roj şûnde emê bibin şahedên gelek buyerên berbiçav û hê zelaltir.
Ez ji hemu Kurdistaniyare peşniyar û bang dikim, li Tirkiye ji bo seçiman irada xwe(rayên xwe) bi awayek girseyi û bi armanca mafên netewî di seçimên12 haziranede Kurd, boykote ser hemu parityên rejime bikin / dikim li hember red û inkara wan, li ser mafên netewiya gelê Kurda = Ez boykot û raya xwe nadim partiyên inkarkere CHP, MHP, AKP, SP û hwd.
tê bigotana rahmetiye Yilmaz Güney û Ahmet Kaya.
Ev proja Demokratik kit (üniter) Cumuhuriyeti ticar naçe seri û bersiva hebuna rastiya rewş / pirsgireka hêyîya 20 miliyon civata netewa Kurde bakur nade, ev siyasetek gelek xerab û zerare ji bo hemu gelên nav tirkiye, rojhilata navin û ji aşitiyere, gelê Kurd îdi weke ewil qor, ker û lal nine, kinke hebe ewê gelê Kurd berbirsiyar û revebire proja entegrasiyon û bi helandinan mafên azadiya netewa Kurda bi desten hinek Kurdan hesabên van leysteka ji wan bistine û di diroka xwede ji bo li hember rizgariya Kurdistane wek rûpelek reş her tim ewê bi birbine.
tê bigotana rahmetiye Yilmaz Güney û Ahmet Kaya.
Kemal Kiliçdaroglu;
Lozan mirasên peşiyen meyî ên hêjane, perwerde bi zimaneki din kabul nabe, meclisame yeke, axameye û tûcari perçenabe Al û marşame şeref, hisyet û rûmetameye.
Bi peymana Lozana 1’em bi siyaseta CHP faşizan, şoven û li ser inkar û redkrina mafên azadiya gelê Kurd ev 88 sal ewkas serhildan çêbun û heta vegaji qetiliyamên fiziki, çandi, siyasi û hukukî li ser serhildanên gelê Kurd, Tirkî negihişte tû encami û ji iro peda jî bi vê siyaseta nê wek hevî bidomine, bê baweriye kûr kiriye, ewê kûrtir bike û li Tirkiye bivî rengî sedi / sed ewê gelê Kurd jê veqete û dewleta xwe jî avabike, ev mafê gelê Kurda heri heqe û ji dema Imparatoriya Osmaniya ve ku Kurda beri hevdidan, ev 400 sale peşi lebirin / legirtina li Kurdistane avakirina dewleteki Kurdane.
Em netweyekin, xwediye dirokeke mezinin, zimanekî mey esil û dewlemend,
olên me û çandekemey pir bi rengin heye.
Li Kurdistane, em Kurd xweyê vî welate esîlin, em gelê Kurd bi iradeyek azad, hevdem û di wekhevîyek rastida, wek her milleti mafê xwe heye ku qedera xwe bi deste xwe dixwazin avabikin û li vî welate xwe li ser xaqa bab, kal û bapire xwe, li bin ala xwey kesk sor û zer, li Kurdistane em dixwazin serbixwe û AZAD BIJIN,
tê bigotana rahmetiye Yilmaz Güney û Ahmet Kaya.
Em gelê Kurd timî li dij vê siyaseta qirêj ku li Tirkîye li ser gelê Kurda tê meşandin, ev siyaseta derewker, inkarker û tahrip ker, li dij azadi û mafên mirovatiyeye, emê ya rast ji bo gelê xwe, gelê Tirkiye û dinyayere bejin û di vê riyeda bi irada xwey azad tekoşina xwe bikin û bi gelê xwe re, emê bi hevre li du rêça şêx mahmude Berzenci, şêx Seîd, Kadi Muhamed û Mustafa Barzani bidominin û emê ticar serî nê tewînin, her tim bi berxwedan, dawa wek hevîya hemu Azadiya mafê xwey netewî li hemu dinyaye bi fermibunawî kingebe emê avabikin û heqe xwey abori, hukuki, siyasî, çandî, sosyali bixwazin / bikin û bistinin xwe û gelê xwe welate xwe rizgar bikin û li Kurdistana xwey bakur em dixwazin bi irada xwe AZAD bijin,
tê bigotana rahmetiye Yilmaz Güney û Ahmet Kaya.
Bi rêz û silavan
Şuayip Adlig
adlig,suayip@wanadoo,fr
Abdullah Öcalan
di sala 1999 / 06 / 01 di mahkemeda projen wî ji bo Tirkîye îfada wîya niviski li jer bixwînin û dure herin ser malpera BDP li proja wani Demokratik Tirkiye Cumuhuriyeti bixwinin.
http://webarsiv.hurriyet.com.tr/1999/06/01/120595.asp