Zana û Serxwebûn
Axaftina Leyla Zanayê ya ku li gundekî biçûk ê Kurdistanê kir, diyar e wê wekî yek ji lûtkeyên têkiliyên tirk û kurdan bikeve nav rûpelên dîrokê.
Rastiya ku ev demeke dirêje gelek însan dibîne, difikire lê bi tu awayî nikare bîne ziman, Zana bi eşkerebûna xwe ya caran bi awayeke zelal anî ziman.
Wê got; “Dengên xwe ji bo Kurdistan, aştî, biratî û gerîla bi kar bînin.”
Ev gotinên hanê, di rastiya xwe de daxwazeke wisa derdixe holê ku li devereke hişê tevahiya kurdan cih digire.
Kurdistaneke ku kurd bixwe bi rêve dibin.
Cîhan Tugalê ku hefteya borî bi Neşe Duzelê re gotûbêjeke gelek hêja pêk anî û di wê hevpeyvînê de dibêje; “Heke armanc nebe jî, serxwebûn asoya kurdan e.” Em ji wê axaftinê fêhm dikin ku daxwaza ku ew wekî “aso” dinirxîne, êdî bûye “armanc.”
Pêr jî gava ku Aysel Tugluk ji Kurtuluş Tayîz re digot; “Wekheviya makezagonî têrî me nake, ji me re statu pêwîst e”, bawer im di rastiya xwe de behsa vê yekê dikir.
Gelek tirk wê bertek/reaksiyon nîşanî vê axaftinê bike.
Bi ya min, divê em spasiyên xwe pêşkêşî Zanayê bikin ku derfeta nîqaşa rastiyan daye me. Ji ber ku bi tu awayî me nizanibû em behsa çi dikin, em danûstandina ç dikin, niha wê herkes bi awayeke zelaltir bikaribe nîqaşê bike.
Helbet fikra tevahiya kurdan ne wekî hev e. Çawa ku tirk li dor fikir û berjewendiyên cuda de li hev kom bûne, wisa jî kurd li dor fikrên cûda kom bûne, lê fikra Kurdistaneke “xweser” an jî “serbixwe” bawer im hêla wan a hevpar e.
Derbarê Kurdistanê de fikrên wan ên cuda hene, lê belê Kurdistan xeyala wan a hevpar e.
Di vê merhalê de bawer im ne “serxwebûn” lê “xweseriyê” dixwazin.
Her çiqas bi awayeke kamil neyê tarîfkirin jî, bawer im meqseda wan a ji “xweseriyê” konfederasyon e.
Sîstemeke ku rêveberên xwe bi xwe hildibijêrin, “hêzên xwe yên ewlekariyê” bixwe ava dikin.
Hinek sedemên wan ên ku çima ew niha serxwebûnê naxwazin hene.
Ya yekem, xwe ji berteka/reaksiyona dewletên cînar û dinyayê didin alî. Halîhazir ew ne xwediyê hêzeke wiha ne ku xwe bidin ber vê bertekê.
Ya duyem, hebûna “Kurdistaneke” li “başûr” ku xwediyê hatineke petrolê ye û zehmetiya hevrikiya/reqabeta dewlemendiya bi Erbîlê/Hewlêrê re.
Dixwazin bi têkiliya “xweseriyê” re, Tirkiye bi Kurdistana li Başûrê Rojava (Guneydogu) û dinyayê re peywireke mîna “balgîva hewayê/air bag” hilde ser milên xwe.
Bi ya we di serê wan de dewleteke çawa heye?
Ez dibêjim hevokeke Zanayê bersiva vê yekê dide.
“Wê roj were, Ocalan di nava gelê xwe de, bibe mamosteyê zarokên vî gelî.”
Kesê ku vê hevokê bibihîse û dîmenê Ataturkê li ser depreşê “mamostetiya” zarokan dike neyîne bîra xwe wê tunebe.
Bi qasî ku ez fêhm dikim, ew dewleteke Kemalîst a bi modela 1923’yan ku Ocalan dixin cihê Ataturk, PKK’ê dixin cihê artêşa tirk dixwazin.
Wisa xuya dike ku ew dixwazin Komara Kemalîst -ku em hewl didin biguherînin, ji bo ku biguherînin jî gelek kes canê xwe di ber de dane- ji nûve ava bikin.
Gava ku di nava civakekê de, ji “çawa” tê birêvebirin bêhtir, ji hêla “kî” ve tê birêvebirin girîngtir be, gava ku “nîjad” ji her cure nirxê biqîmetir tê hesibandin, cihê ku mirov diçê Kemalîzm e, lê em ne di rewşeke wiha de ne ku aqil hînî kesan bikin.
Hûn nikarin ji însanan re bibêjin divê hûn bêriya çi bikin.
Sazîbûna vê dewletê, mijareke wisa ye ku divê kurd din ava xwe de nîqaş bikin, çi rast e ewê bixwe bibînin, kesên ku dezgeheke demokratir dixwazin, wê têkoşîna vê yekê bidin.
Daxwazên kurdan eşkere dibin, tewr û pozîsyona wan jî her wisa.
Gelo, wê tirk ji vê daxwazê re çi bibêjin?
Sê xal hene;
Wê bibêjin; “Na, hûn nikarin bi tu awayî saziya îdarî biguherînin” û wê şerê navxweyî derkeve.
Wê bibêjin; “Baş e, jixwe emê jî derbasî sîstema eyaletên xweser bibin, bila tevahiya herêman xwe bi rêve bibin.” û wê mesele çareser bibe.
An jî wê bibêjin; “Kurdistanê bi rêve bibin, lê em vê Kurdistanê fînanse nakin, hûn serbixwe bin.” û emê ji hev veqetin.
Tevahiya siyasetmedarên tirkan çawa ku li holê “daxwazeke kurdan” a bi vî awayî tuneye tevdigerin, lewre jî tiştên ku dibêjin bi kêrî tu wateyî nayê.
Di meseleya kurdan de Dewleta Komara Tirkiyeyê her dem bi awayeke derengmayî tevgeriya, herdem di warê pejirandina daxwazên kurdan de dereng ma û gava ku ew vê daxwazê dipejirîne jî, kurd derbasî merhaleyeke din dibin, me berdêla vê yekê jî bi şer û mirinan da.
Êdî tu wateya xwe xapandinê tuneye, daxwaz gelek zelal û eşkere ye.
Tirk jî çi dixwazin bila bibêjin, bila tercîhekê bikin, da ku em ji vê nezelaliya şîlo derkevin.
Şerekî navxweyî wê ji bo herkesî bibe felaketek, hewceyî vê jî nake, ji binî ve redkirina daxwazên kurdan wê ji bo herkesî bibe qeleneke biha.
Bila tirk di navbera xweserî û veqetandinê de hilbijartinekê bikin.
Em vê yekê çareser bikin, paşê jî an em bi hev re, an jî cuda cuda li riyên jiyana azadtir, dewlemendtir û kêfxweştir bigerin…
Ahmet Altan
[email protected]
* Nivîsa quncikê ya Ahmet Altan ya Rojnameya Tarafê, 25 Gulan 2011 Çarşem
Ji Tirkî Werger: Jar Jan Dilpola
( rizgarionline)