Polîtîk

Erdogan: Pirsa kurd bi destûra nû bê çareserkirin

Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan da xuyakirin ku, dê ew piştî hilbijartina destûrek nû ji bo Tirkiye amade bikin û şareseriya pirsa kurd jî dê bi vê destûrê be. Herweha li gora daxuyaniya Erdogan, dê hevwelatiya Tirkiye bibe sêwana herkesekî. Wek tê zanîn di destûra niha de dibêje ku, her kesê hevwelatiyê cumhuriyeta Tirkiye ye, Tirk e. Li gora Erdogan dayî xuyakirin wê ev made bête guhertin.

Erdogan got ku, tişta  me hevegirêbide dê hevwelatiya Tirkiye be. Di derbarê çareseriya pirsa kurd jî hinek tişt gotin. Erdogan got ku, wek tê gotin me çareseriya pirsa kurd nesekinandiye.

Di vê derbarê de Erdogan got: Dema sala 2005-ê li Diyarbekirê min axavtinek kir û behsa pirsa kurd kir, ev yek di Konseya Ewlehiya Netewî de bû babetek yê gengeşê. Serokkomarê vê demê Ahmet Nejdet Sezer got, ev pirsa hanê ji kû derket.Min hinge bernama Ak Partiyê nîşa Sezer kir û got ev pirs di bernama partiya me de heye. Me ji bo vê pirsê xebat kir. Inkar hebû. asimîlasyon hebû. Bi xebata me em heta cihekî hatin. Lê li pêşiya me jî pêvajoyek heye.

Back to top button