Polîtîk

Nakokî di nav hukumet û leşkeran de dijwar bû

Nakokiyên di navbera hukumetê û leşkeran de, bi awayek nehînî berdewam dike. Lê di hinek pirsan dê ev nakokî ne wek berê jî be eşkere dibe.
Dadgeha Stanbulê, di çerçova doza Balyozê de, bangek ji 4 general, amiralek (Generalê Deryayî) û ji efserek bilin re rêkir. Dadgehê ew xwestin dadgehê da ku di çerşova doza Balyozê de êfada wan bête girtin.

Lê Serokerkaniya Tirkiye ji vê yekê ne rihet bû, û li dijê hukumetê helwestek girt. Li tirkiye hersal du tetbîqatên leşkerî yên mezin çêdibin. Îsal jî di demê hatî kifşkirin de leşkeran dest tetbîqatê kirin. Lê dema dadgehê bangî generalan kir, leşker beşên dawî yên herdu tetbîqatan jî sekinandin. Li ser vê yekê serfermandarê hêzên çekdarê Tirkiye Işik Koşaner hevdîtinek li gel serokkomar Abdullah Gul û yek jî li gel serok wezîr Erdogan pêkanî.

Îro ew general dê herin dadgehê û îfada xwe bidin dozerên Stanbulê. Ji berî niha jî di vê çerçowê de hinek efser bangî dadgehê kirin û ji wan 6 efser girtin û kirin girtîgehê de. Îro çavê medya li Satanbulê û êfada van generalane.

Back to top button