Ozdag li gel PKK-ê hevdîtinek kiriye
Li gora rojnama Star a Tirkî belav kirî, di belgeyek ya Muxaberatê Tirkiye (MIT) de hatiye ragihandin ku, MHP-ê û PKK-ê hevdîtine.
Li gora belgeya MIT-ê de hatî eşkerekirin, prof. Dr. Umit Ozdag bi rêya karsazek yê Diyarbekirê pêwendî li gel PKK-ê daniye û civînek li wan kiriye. Ozdag heman dem de, serokê Nawenda Avrasya ya Lêkolînê Stratejik e. Ev nawend bi serfermandariya hêzên çekdar ve girêdayiye.
Belgeya MIT-ê roja 4-ê Adara 2003-ê hatiye nivîsandin. Li gora ku di vê belgenamê de hatiye, 15.11.2002-ê bi rêya kesek sêyem,Ozdag li gel kesayetek yê PKK-ê hevdîtinek pêkaniye. PKK-ê demana nehîniya vê hevdîtinê daye Ozdag.
Li gora ku di vê belgeyê de hatî nivîsandin , navê karsazê ji Diyarbekir jî Mehmet Mehmetoglu ye. Herweha eşkere dike ku kesê li ser navê PKK-ê di vê hevdîtinê de amade bûyî jî, Irfan Guler e.
Li gora vê belgeyê Murat Karayilan Ozdag dawetê Qandîl kiriye. Lê Ozadag bi sedama ku ew di raya giştî de wek zilamê dewleta kûr têzanîn ev dawet qebûl nekiriye. Hevîtin du caran çêbûye.
Belgeya MIT-ê ya di derbarê hevdîtina MHP = PKK-ê de hatî eşkerekirin