Kaynak: Yên ku dixwazin şerê kurd û tirkan derxin bi ser nakevin
Analîstê îxtîxbaratê û nivîskar Prof. Dr. Mahir Kaynak ragihand ku li pişt teqîna duhî ya li Stenbolê hêzên ku naxwazin têkiliyên di navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê de xurt bibin, hene û armanc jê pevçûna kurd û tirkan e.
Serokê berê yê beşê karûbarê civakî yê teşkîlata îstîxbarata neteweyî (MIT) ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Kaynak, derbarê teqîna duhî ya li Stenbolê de daxuyaniyek da AKnewsê.
Prof. Dr. Kaynak îdiaya wê çendê kir ku li pişt teqînê rêxistinên îstîxbaratê yên biyanî hene û got:
– Armanca van hêzan ew e ku, li rojavaya Tirkiyeyê dujminkariya li hemberî kurdan pêş bixin û rê li ber pevçûna kurd û tirkan xweş bikin. Ev hêz ji başbûna têkiliyên di navbera Tirkiye û bakurê Iraqê dilteng in. Eger kurd û tirk bên ba hev dê bibin hêza herêmî. Ev jî li dijî berjewendiya wan e.
Analîstê îstîxbaratê amaje bi wê yekê da, hêzên ku dixwazin şerê kurd û tirkan derbixin nikarin di vî karî de bi ser kevin, ji ber têkiliyên xurt yên di navbera herdu gelan de û herdu alî jî baweriya xwe bi pevçûnê nayne û wek karekî bêwate dibîne, pevçûneke bi wî rangî rû dane.
Duhî li taxa Etîlera Stenbolê di encama teqîne bombeyekê de 2 ji wana giran, 8 kes birîndar bûbûn.