Nivîsar

Konferansê kurdolojiyê û bersiva Seydo

Ji raya giştî re

Min banga TZP, BDP, KESK û herî dawîn jî daxuyaniya hunermend Brader ya li ser Konferansa Kurdolojiyê ya Colemêrgê xwend.
Weke ku tê zanîn, ez berbirsiyariya organîzasyona wê konferansê dikim.

Diyar e ku bêbextî û bêwicdaniya siyasî li cem hin kesan bûye adet û weke nexweşî li hinine din jî belav dibe.
Min biryar dabû ku, di vê pêvajoya hilbijartinan de, ez ji bo parastina hin dezgeh û kesayetiyên kurd hin agahiyan ji xwe re veşêrim û dev li zimanê xwe bikim, lê belê van camêran û Braderî bi xwe jî êdî ez mecbûr kirim. Lewre, ji ber derew û bêbextiyên wan, ez û hevalên xwe, em dibin hedef û em mecbûr in xwe biparêzin.

Bila raya giştî bizane ku dema konferansê her ji konferansa bihurî ve bi mebesta salvegera weşana Kovara Hawarê hatibû diyarkirin û di danasîna wê de sloganên Hawarê û wêneyê Celadet Bedirxan hatibû bikaranîn. Di dema diyarkirina meha gulanê de, hê behsa hilbijartinan nedibû. Ji ber ku azmûnên zanîngeha min 19ê gulanê bi dawî dibûn, me bi tenê du hefteyan bi paş ve xist, ne bi pêş ve anî. Me ev yek beriya daxuyaniya TZP-BDP-KESKê di civîna çapemeniyê de ji 25 rojnamegerên Colemêrgê re aşkere kir û qeydên wê jî hene.

Hingê, min (û kesên li ser navê min) berî aşkerekirina konferansê û bi dû re jî berî destpêka wê bi du hefteyan bi TZP û HYS û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re û bi Braderî re jî li ser vê Konferansê daye û stendiye û detayên bazara ku me bi hev re kiriye dikarin werin aşkerekirin. Herweha heger ez aşkere bikim bê Brader li ser dezgehên PKKê çi gotiye, herkes dê eslê meseleyê fahm bike. Peyvên ku Brader di derheqê azadiya hunermendan û dezgehên PKKê de kirine hemû li cem min veşartî ne û dê bê zanîn ku ew di daxuyaniya xwe de ne samimî ye.

Herweha hûrgiliyên bazara me ya bi TZPê û bi HYSê û bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re jî li cem min hene, lê ez bi berpirsên van dezgehan re peyivîm. Ez û wan dezgehan em hevdu baş nas dikin û bazara me (ji bo aniha) di nav me de ye. Lewre helwêsta wan guheriye, lê ji ber ku kesên mîna Brader tim bi fikrên xelkê tev digerrin û ji fikrên xwe ditirsin, di dawiyê de ew tim qels dimînin û rezîl dibin.

Xuyaye ku di navê re bi tenê kesên mîna Brader dê bişewitin û li çonga xwe xin. Ez heqê xwe ji kesî re nahêlim.
Bi gur re dikuje û bi şivên re şînê dikişîne. Tew îcar radibe û qurretiya li ser welatparêziyê dike. Gava ku ez aşkere bikim, herkes dê bibîne ku Braderê rastîn ne ew Brader e ku wê daxuyaniya ecêb binivîse.

Bila konferans bi xêr xilas bibe, ez ê wê çaxê bi daxuyaniyeke berfireh behs bikim bê min û Brader li ser çi bingehî û prensîban li hev kiribû û bê Brader çi gotibû. Heger Brader ewqasî ceger heye ku bibêje ‘kerem bike’, hingê ez ê bibêjim bê ka wî çi gotiye. Xwedê ji min û wî re mezin e.

Bila şika kesî jê nebe ku Brader dê poşman bibe ku ew daxuyaniya mişt derew nivîsandiye…

Ez gellekî xemgîn im ku ji 40î zêdetir lêkolîner û rewşenbîrên ku me vexwendine Konferansê ketine rewşeke weha û tomet hatiye ser wan. Ev berpirsiyarî herweha aşkerekirina rastiya bûyeran jî li ser min ferz dike.

Silav û rêz


Îbrahîm Seydo Aydogan

 

Ji Bo zanebûna di derbarê Konferans a Kurdolojiyê de agahdarî.

Back to top button