Cîhan
Sûrî:Cardin xwepêşandan û kuştin
Her roja înê çavên xelkê li Sûriye. Ka gelo xwepêşandan di çi astidene û çend kuştî û birîndar hene. Hêzên ewlehiya Sûrî ji kuştina xelkê azadixwaz têr nabin. Doh cardin 8 xwepêşandan bi guleyên hêzên ewlekariya Sûrî hatin kuştin.
Doh li Kurdistana Sûrî li Qamîşlo, Amudê û Kobanê xwepêşandan çêbûn. Herweha ji Şamê heta Derea cardin xwepêşandan şêbûn. Di qada navnetewî de rewşa Sûrî aloz tir dibe. Lê rejima Sûrî jî çikas diçe dijwartir dibe û zordariyek mezin li ser xelkê dike. Li gora agahdariyekî Taybet, hêzên ewlehiyê ne tenê roja xwepêşandana dijwariyê li dijê xwepêşandana kar tînin. Ew her roj li malan digerin, xelkê digrin û wan bi kuştinê tehdît dikin.