Cîhan
Parlementoya Ewropa ofîsekî li Hewlêr vedike

Komita kar û barên derve ya Yekitiya Ewropa civînek taybet di derbarê Iraqê de pêkanîn. Herweha di vê civînê de serdana şanda Yekitiya Ewropa ji bo Kurdistanê jî hate nirxandin. Di vê civînê de nûnêrê hukumeta Kurdistanê jî amade bû. Di vê civînê de pirsa vekirina nivîgehek ya YE li Hewlêra paytextê Kurdistanê jî hate gengeşekirin.
herweha civînê pesnê pêşketina herêma Kurdistanê da û piraniya endamên komita kar û barê derve yê YE daxwaz a vekirina ofîsekî ya YE li Hewlêr kirin. Niha vekirina ofîsek taybet ya parlementoya YE li Kurdistanê di rojevê de ye.