Civak

Serok Barzanî: Kiristiyan pareke giring a vî welatî ne

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevpar a her du odeyên bazirganî yên Kildanî – Amerîkayî û Aşûrî – Amerîkayî, Amerîkayî bi serokatiya Serokê Odeya Bazirganî ya Kildanî, Amerîkayî Martin Menna kir.

Şanda mêvan di wê hevdîtinê de rêz ji bo rolê Serok Barzanî di parastina pêkhateyan û baştirkirina pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê de hebû, herwesa spasiya Serok Barzanî kir ku herdem tekez li wê yekê kiriye ku Kiristiyan li welatê xwe bimînin û koç nekin.

Şanda navbirî herwesa daxwaz jî kir ku, Serok Barzanî piştevanê daxwazî û mafên Kiristiyanan li Deşta Neynawayê be.

Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî jî spasiya serdana şanda mêvan ji bo Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku, xûşk û birayên Kiristiyan pareke giring a welatî ne û piştevaniya xwe jî ji bo daxwaziyên xûşk û birayên xwe yên Kiristiyan li parêzgeha Neynawayê û seranserî Îraqê jî tekez kir.

Back to top button