Hewas Egîd: Ez wekî kes beşdarî Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê nabim
Serokê Tevgera Çaksaziyê û Nûnerê ENKSyê yê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Eniya Aştî û Azadiyê Hewas Egîd got ku ew wekî kes beşdarî Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê nabe.
Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê li Şamê îro dest pê dike û dê 2 rojan berdewam bike.
Komîteya Amadekar a Kongreyê ragihand ku kongre dê îro mêhvanan pêşwazî bike dê sibe jî dest bi karê xwe bike.
Partiyên siyasî yên Kurdan, çi yên di nav Partiyên Yekîtiya Neteweya Demokratîk (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) de ji bo wê kongreyê nehatine vexwendin.
Lê Seroka Nûnertiya Ewropayê ya ENKSyê Necah Hêvo û Nûnerê ENKSyê yê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Eniya Aştî û Azadiyê Hewas Egîd wekî kes hatine vexwendin.
Hewas Egîd beşdarî bultena Rûdawê bû û got ku ew wekî kes hatine vexwendin lê ew beşek in ji tevgera siyasî ya Kurdan lewma beşdarî Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê nabe.
“Divê tevgera siyasî ya Kurdan beşdar bibe”
Hewas Egîd got, “Endama Komîteya Amadekar a Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê Hind Etasiyê pêwendiya telefonî li gel min kir.
Hindê xwest ku ez wekî kes beşdarî kongreyê bibim.
Min jê re got ku ENKS û Tevgera Siyasî ya Kurdan heye divê ew beşdarî kongreyê bibin, ez bi navê xwe beşdar nabim.
Dema ku Kurd wekî tevgera siyasî beşdarî kongreyê bibin dê kongre bihêztir bibe.”
Bi gotina Hewas Egîd beşdarên Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê wekî kes beşdar dibin ne wekî nûnerên netew, ol û partiyên siyasî.
Hewas Egîd her wiha da zanîn ku ev yek li ser daxwaza Sorokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer pêk hatiye.
Nûnerê ENKSyê yê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Eniya Aştî û Azadiyê Hewas Egîd herî dawî diyar kir ku Ji bo biserketina kongreyê pêwîstî bi van xalan heye:
“Divê nûnerên netew, ol û hêzên siyasî yên Sûriyeyê di nava komîteya amadekar de cih bigirin.
Divê derbarê naveroka kongreyê dan û standineke berfireh û mezin bê kirin.
Rojek bi tenê têr nake ku kongreyeke niştimanî bê encamdan.
Divê lihevkirin li ser daxuyaniya dawî ya kongreyê bê kirin.
Divê lihevkirin li ser xalên destûrî bê kirin.”
Li gorî agahiyên ku Komîteya Amadekar a Kongreyê dane Rûdawê, derdora 400 heta 600 kesî dê beşdarî kongreyê bibin.
Li hêla din, Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê beyî hebûna Kurdan hat avakirin.
Komîte 11ê Sibata 2025an bi biryara Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hat avakirin, ev komîte ji 7 kesan pêk tê lê di nav wan de Kurdek jî nîne.