Hilbijartinên Almanya

Li gorî encamên destpêkê di hilbijartinên giştî yên pêşwext ên roja Yekşemê yên li Elmanyayê de partiyên mûxafazakar Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU/CSU) bi ser ketin.
Ji ber ku ti partî nikare piraniya parlamentoyê pêk bîne, wê dîsa li welat hikûmeteke koalîsyonê bê avakirin.
Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ya rastgir a tund cara yekem bû duyemîn.
Deng bi vî awayî hatine belavkirin:
CDU/CSU – %28,6
AfD – 20,8%
SPD – 16,4%
Kesk – 11,6%
Partiya Çep – 8,8%
BSW – 4,97%
FDP – 4,3%
Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) û hevkarê wê yê eyaleta Bavyera (CSU) bi vî rengî wê piştî nêzî 4 salan li Elmanyayê vegerin ser desthilatdariyê.
Tê payîn ku encamên fermî roja Duşemê bên eşkerekirin û Serokê CDU Friedrich Merz bibe serokwezîrê nû yê Almanyayê.
Lê danûstandinên koalîsyonê yên li Elmanyayê dibe ku dijwar bin.
Li Almanyayê 59 milyon û 200 hezar hilbijêr hene.
Di kampanyaya hilbijartinê de mijarên sereke aborî, koçberî û ewlehî bûn.