Polîtîk

Ji bo Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hat tayînkirin


Ji bo Şaredariya navçeya Qaxizman a Qersê ya ku ji aliyê Partiya DEM’ê ve tê birêvebirin, qeyûm hat tayînkirin.

Qeymeqamê Qaxizmanê Okan Daştan ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve weke qeyûm tayînî Şaredariya Qaxizmanê ya Qersê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) de ye, hat tayînkirin.


Hevşaredar Mehmet Alkan di 20’ê Sibatê de di doza ku dihat darizandin de ji ber sûcê “endamtiya rêxistina terorê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û piştî biryarê avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hatibû astengkirin. Li bajêr ji aliyê Walîtiya Qersê ve ji bo 10 rojan li ser xwepêşandan û çalakiyan qedexe hat ragihandin, li hemû rêyên ku diçin navçeyaQaxizmanê noqteyên kontrolê hatin danîn. Her wiha nehiştin gelek endamên DEM’ê û bi taybet Hevserokê DEM’ê yê parêzgeha Qersê derbasî navçeyê bibin.

Back to top button