Cîhan

Diyaloga niştimanî ya Sûriyê dest pê dike

Diyaloga niştimanî ya Sûriyê îro dest pê bike û du rojan berdewam dike. Komîteya Amadekar dibêje: “Rojev dê giranî li ser destûr û reforman be.”

Konferans dê roja Duşemê piştî nîvro dest pê bike û heta roja Sêşemê berdewam bike,” Hind Kabawat, yek ji koordînatorên Diyaloga Niştimanî ya Sûrî, roja Yekşemê ji AFP re got.

Komîteya amadekar a diyalogê ji heft kesan pêk tê ku 2 ji wan jin in.

Yek ji armancên konferansê ew e ku, nûnerên hemû gelên Sûriyê li hev kom bike û li ser çawaniya birêvebirina welat pêşniyaran werbigire.

Di 08-12-2024 de, şervanên Encûmena Rizgariya Sûriyê rejîma Beşar Esed hilweşandin. Di destpêka sibata îsal de hikûmeta nû ya veguhêz a Sûriyê hat avakirin. Ehmed Şara wek serokê demkî hat tayînkirin.

Di kongirekî rojnamevanî de, du endamên komîteyê gotin ku wan bi 4000 kesên beşdar di diyaloga niştimanî de li çend parêzgehên Sûriyê civiyan.

Endamên komîteyê got: “Konferans dê li ser dadweriya veguhêz, destûr, reformên aborî û sazî, yekparçeyiya xaka Sûriyê, her wiha azadiya takekesî, giştî û siyasî bisekine.”

Di dawiya konferansê de, komîteyê got, dê pêşniyarên gel werin wergirtin, “yên ku dê bibin bingehek ji bo nivîsandina destûr, nasnameya aborî ya welat û planên çaksaziya sazî.

“Konferans qonaxa dawî ya proseyeke niştimanî ya dirêj e ku pêwîstiya wê bi hevkariyê berdewam e ji bo avakirina nasnameyeke niştimanî ya nû ji bo Sûriyê ku aramiyê biparêze û rêzê li daxwazên gelê Sûriyê bigire,” komîteyê di daxuyaniyekê de ku ji aliyê medyaya fermî ya Sûriyê ve hatiye belavkirin, got.

Hikûmeteke nû ya demkî ji bo birêvebirina welat heta meha Adarê hatiye erkdarkirin.

Li gora hatî zanîn 7 nav ji Kurdan jî ji bo konferansê hatine vexwandin.

Back to top button