Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, di qonaxa yekem de dê 185 hezar bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistanê werbigirin û piştre wê bigihê 400 hezar bermîlan.
Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Iraqê ji bo Karûbarên Derxistinê Basem Mihemed Xûzêr ragihand ku di qonaxa yekem de piştî destpêkirina hinartina petrolê bi rêya bendera Tirkiyê, wezaret dê rojane nêzîkî 185 hezar bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistanê werbigire.
Xûzêr ji ajansa fermî ya Iraqê re got: Rawestandina hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê di dema borî de bûye sedema pirsgirêkan bo kêlgehên petrolê û ji bo çakkirin û vegerandina şiyana berhemanîna petrolê, bi mebesta ku rojane bigihêje 400 hezar bermîlên petrolê, pêwîstî bi demekê heye.
Herwaha got, niha rêjeya hinardekirina Herêma Kurdistanê rojane 300 hezar bermîl e ku beşek ji wê bo xerckirina navxwe ye û 185 hezar bermîl jî dê bo hinardekirinê bê terxankirin.
“Heyama dawî şandeke Wezareta Petrolê serdana Herêma Kurdistanê kir û li ser avakirina komîteyeke hevbeş ji bo şopandina rêkarên destpêkirina hinartina petrolê li hev kirin, Herêma Kurdistanê ji me re ragihandiye, ku ew amade ye carek din dest bi hinartina petrolê bike.
Wî got: Tîmên teknîkî yên kompanyaya petrolê ya Bakur û nûnerên Herêma Kurdistanê li ser pişkinîna boriyên hinartina petrolê kar dikin û rewşa wan û amadebûna wan ji bo destpêkirina veguhestina petrolê di wan de piştrast dikin.
Wezîr got: “Wezareta petrolê daxwaz ji aliyê Tirkiyê kiriye, derbarê amadebûna boriya hinardekirinê bi rêya bendera Ceyhanê bipirse û em li benda bersivekê ne di nava 24 saetên bê de.
Wezîrê Petrolê li ser berdewamiya hinardekirina bendera Ceyhanê di çarçoveya nêrîneke stratejîk a peywendiyên di navbera Iraq û Tirkiyê de rijd e û ji bo berdewamiya hevkarî û hinardekirinê peywendiyên xwe yên berdewam ligel Herêma Kurdistanê û aliyên Tirkiyê hene.