Di çarçoveya civîna navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda ajansa JICAyê ya Japonî de, danûstandin li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera her du aliyan, xasma jî di warê xwendin û perwerdeyê de, hatin kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Ajansa Hevkariyê ya Navdewletî ya Japonê (JICA) bi serokatiya Birêveberê Nivîsîngeha JICAyê li Îraqê Hershi Suzuki kir.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera her du aliyan û xasma jî di warê xwandin û perwerdeyê de hatin kirin.
Herwesa danûstandin li ser pêşniyareke Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wergirtina mifayî ji ezmûn û sîstema xwandinê û perwerdeyê ya Japonî li Herêma Kurdistanê jî hatin kirin, bi merema avakirina nifşekî pabend û berpirsyar û bi disiplîn û berhemîner û dahêner, ku rêzê li civakê û dayik û bab û mamostayên wê û aliyê beranber jî bigire û jîngehparêz be.
Şanda JICAyê ji aliyê xwe ve amaje bi nimûneyeke sîstema perwerdeyê ya Japonî da, ku niha li çend dibistanên Misirê tê bicihanîn. Profesor Sugita jî ku serperiştê wê pirojeyê ye kurtiyek li ser ezmûna perwerdeyê ya Japonî pêşkêş kir.
Şanda JICAyê dilxweşkiya xwe ji bo pêşniyareke Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir û ragehand ku ji bo hemî alîkarî û piştevaniyan amade ye.