Serok Barzanî çû Austiryayê
Piştî serdaneke yek hefteyî ya bo Amerîkayê û hevdîtin û civînên li gel serok Obama û cîgir wî û wezîra derve û hejmarek ji berpirsê mezinên wî welatî, duhî Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê Amerîka bi cih hişt û gihişte Nemsa û biryare li wir jî beşdarî çend hevdîtin û çalakiya bibe.
Hêjayî gotinêye berî qedandina bernameya li Amerîka Mesûd Barzanî li Washingtonê serdana wezareta bazirganiya Amerîkayê kir û li wir ji aliyê Garî Lok wezîrê bazirganiya Amerîka ve bi germî hate pêşwaz kirin.
Paşê her du alî civiyan û nîqaşa pêwendiyên aborî û bazirganiya Herêma Kurdistan û Emerîkayê kirin.
Her wiha serok Barzanî li gel komele û kesayetiyên kildanî û aşûrî yên li Amerîkayê re civiya.
Di civînê de serok Barzanî ji bo vê hevdîtinê şadî û xweşhaliya xwe derbirî û cext li ser wê yekê kir ku Kurdistan bi dirêjahiya dîrokê cihê birayetî û pêkvejiyana hemûyan bûye, niha jî dijî plana gelek nehezan ev birayetî û pêkvejiyana zêdetir geşbûye û xuşk û birayên kildan û aşûrî û suryanî li herêma Kurdistanê tu cudahiyek li gel kurd û netewe û eşîrên din de li erk û mafê wan da tune, ev ji bilî wê yekê ku hejmareke zêde jî li cihên dinên Iraqê li bin zexta teror û êrîşan serî li herêma Kurdistanê da ne û bi aramî jiyana xwe bi ser dibin.