Polîtîk

Ji FKKS ê Konferansek

Li ser rêlibervekirina Pirsgirêka Kurd li bakurê Kurdistanê, niqaş û çalakiyên cewaz li welat û derveyî welêt didome. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi mijara rêlibervekirinê ve girêdayî li Stockholmê konferansek giring pêk dihêne.

 

Li ser armanca konferansê, Seroka Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê Aycan Şermîn Bozarslan dîtina xwe wisa anî zimên:

 

”Armanca konferansê niqaş kirina pêvajoya çareserkirina pirsa kurd e.
 
Em wek FKKS girîngîyekî mezin didin bo minaqeşeyên di nav kurdan de. Em dixwazin bi vî avayî alîkar bibin bo nêzîkbûna kurdan, herweha zelalbûna ditîn û daxwazên kurdan.”

 

Konferans roja yekşemê, 7 ê sibata 2010, saet 13.oo li navnîşana ”Rissneleden 10, Stockholm, Hallonberg” pêk tê. Konferans ji raya giştî re vekirî ye.

Back to top button