Malperek nehînî ya leşkerî hate eşkerekirin

Erzîncan – Fermandarê  hêza 3-em ( 3. Ordu) di nav çelakiyên ne destûrî de ye. Wek tê zanîn ji berî niha li bajarê Erzîncanê berpirsê MIT-ê û du karmend hatibûn binçav kirin. Herweha fermandarek  yê berpirsê cendirma li erzîncanê ku tayina wî derketibû Eskîşehîrê, ji berî çend rojan hate girtin û ji bo êfadeyê anîn Erzîncanê. Roja ew anîn Erzîncanî  leşkerên hêza Erzîncanê ve girêdayî bi konvoyek leşkerî heta çend kîlometran çûn û hatin, ev wek xwepêşandanek leşkerî  ji bo girtina leşkeran protesto bikin û dozdarên sivîl çavtirsandî bikin hate nirxandin.

Fermandarê hêza leşkerî li Erzîncanê, gelek xelkê ji derê selahiyeta xwe binçav dike û li ser xelkê herêmê terorê dike. Ji bo van kiryarên wî gelek kesan giliya wî kiriye. Lê fermandar Saldıray Berk, guh nade dozgeran û naçe êfadê nade. Herweha eşkere bû ku, malperek ya leşkeran heye ku tê de gelek haqaretên mezin li serokkomar Gul, serokwezîr Erdogan û cîgirê serokwezîr Arinc tê kirin. Gelek nivîskarên ku wek Ergenekon cî têne naskirin di vê malperê de dinivîsinin. Wek din ev malper bi vekirî pişgirya rexistina terorîst ya Ergenekonê dike.

Navê vê malperê Kara NET e. Herkes nikare bikevê di vê malperê de, bi tenê izna hêzên leşkerî û kesên bi nav wan de xwedî bawerî dikarin bikevin di vê malperê de. Bi rêya Internetê ketina vê malperê ne mimkine. Perpirsên vê malperê du efserin.

Rojevakurd

Nerîna min :