Civak

Li Çemçemalê goreke bikomel hate dîtin

Îro di dema çêkirina kanalîzasyona taxa Asudeyê li Çemçemalê, goreke bikomel hate dîtin ku hestiyên çend kesan tê de bûn.

Birêveberê Şehîd û Enfalkiriyan Selman Remezan ji malpera me re got:” Şûna ku gor hatiye dîtin di serdema rejîma Sedam de leşkergeh bûye. Me yeksek çend karmendên xwe şand cihê bûyerê. Li gor zanyariyên destpêkê derket ku cih goreke bikomel e. Nuha ji bo lêkolîna zêdetir bi biryareke qaymiqamê Çemçemalê(ser bi Silêmaniyê ye) karê li cihê gora bikomel hatiye rawestandin.”

(PUK Media)

Back to top button