Vîdeo

Serok Barzanî beşdarî li kongreya PSDK kir (Video)

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Birayê minê delal Mihemedê Hacî Mehmud

 

Xuşk û birayên minên delal û Endamên Kongreya Şeşem

 

Mîhvanên birêz

 

Ez xwe bi bextewer dizanim beşdariya we dikim û ji bo daweta we ya beşdarîkirina vê kongreyê gelek spasiya we dikim. Me rêzekî mezin ji bo Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê heye, ku hizbekî têkoşere û xwîn ji bo Kurd û Kurdistanê daye. Cihê destê wî li tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de diyare. Ji bo wê yekê li cem me herdem cihê xwe yê rêz û hurmetê heye. Hêvîdarim kongreya we kongreyeke serkeftî bê, biryarên we li asta berjewendiya xelkê Kurdistanê û hal û mercê hestiyariya îro da bê.

 

Ez vê yekê wekî derfetek dibînim ku piçek behsa rewşa navxoya me jî bikim. Bi mixabinî li van du sê heyvên derbasbûyî rewşeke neasayî li Kurdistanê dirûst bûye. Ez naxwazim zêde biçim li nav naveroka wê, lê belê peyamek pêşkêşî hemû aliyan dikim, ew jî eweye ku bila pêkve hemû aliyek runin û guftûgoyê bikin û hewla çareseriya giriftan bidin. Ne ku bi awayekî din, niha me pêwîstî bi çaksaziyê heye û me destpê jî kiriye. Ji ber ku dinya hemû li guhertinê daye em jî divê li gel wan guhertinan biguncîn. Lê belê erkê hemû aliyeke bo ku pêkve hewlbidîn çareseriya pirsan bikîn. Ji ber ku çarenûsa me hemûyan pêkve hatiye girêdan, ne eweye ku bibêjîn bi vê pêvajoyê rewşa çend aliyek yan opozîsyon yan desthilat baş dibê. Ji bo wê yekê pêwîste hemû aliyek hest bi berpirsiyariya neteweyiya xwe bike û bîr li wê bikîn ku çawa van hal û mercan bi sûda gelê xwe ve bikişînîn. Ji ber ku ew hal û merca navdewletiya hatiye holê, wiha lê bibe bi armancên xwe bigihînîn. Ji ber ku renge derfeteke wiha neyê pêş û pêwîst bû zêdetir zîhniyeta xelkê saz kiribûyan ku em wekî Başûrê Sûdan bîn ne ku wekî Tunis û Misir. Niha jî ez dibêjim bi taybetî ji bo biraderên opozîsyon, kerem bikin beşdarbin li bernameya pêvajoya çaksaziyê, beşdarbin li Hikûmeteke bingeha wê berfireh. Eger hûn surin li ser gûhertinê kerem bikin diçîne hilbijartina pêşwext. Lê belê sûr bûn li ser rûxana vê Hikûmete, ez bawerim eve înqîlabe û bi tu awayekî qebul nakîn. Em divê pişt û hêviya hevdû bîn ne ku hevdû ret bikîn. Bi berevajiya wê çarenûsekî baş li benda me nake. Ji ber wê yekê carekî din daxwaz li we dikim, hemû aliyek hêviya xwe bibin ber guftûgoyê ez jî wekî birayek li xizmeta we hemûyan da me.

 

Li dawiyê de silavên xwe ji bo hemû şehîdên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê re dişînim û serkeftin ji bo gelê Kurdistanê, gelek spas û hêviya serkeftinê ji bo kongreya we dixwazim.

 

Back to top button