Mîranî: Partiyên dijber diyalog red nekiriye
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku aliyên opozisyonê diyalog red nekiriye û li ser masê û di bin ve axaftin navbera me de heye.
Her wiha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekîd dike ku rûniştinên nihênî û bi dizî ve li herêma Kurdistanê tune ne, lê kesên niştimanperwer hewl didin gotûbêj navbera aliyan de bê kirin.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, îro, ji AKnewsê re daxuyand:
– Em û partiyên dijber ne dijmin in, em heval û dostên hev in û kurên vî miletî ne, ji ber vêya eger em bixwazin pirsgirêkan çareser bikin her divê em vegerin bo ser maseya diyalogê, opozisyonê jî diyalog red nekiriye.
Mîranî aşkere kir:
– Jêr bi jêr û li ser maseyê jî axaftin navbera me û dijbereyê de heye, ew partiyên siyasî ne û hevparên me ne di vî welatî û di pêvajoya siyasî de.
Mîranî axaftina xwe wiha domand:
– Eger em û ew bixwazin yan ne xwazin, divê li ser maseya diyalogê pirsgirêk bêne çareserkirin, ji ber vêya hêvîdar im rûniştina 5 alî navbera aliyên siyasî de bê encamdan.
Ji bal xwe ve, Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî ji AKnewsê re ragihand:
– Li Kurdistanê rûniştin û gotûbêjên bi dizî û jêr bi jêr tune ne, lê kesên niştimanperwer ji aliyan hat û çûnê navbera me dikin daku bi rêya diyalogê re pirsgirêk bêne çareserkirin.
Muftî got jî:
– Em û PDK hêvî dikin ku rûniştinên 5 alî di navbera aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê bêne encamdan ji bo çareserkirina pirsgirêkan.


