Dosya

Barzanî pêşwazî li biryara Dadgeha Bilinda Tawanan kir

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Doh li rûniştina hejmara 40 a Dadgeha Bilinda Tawanan li Iraqê, dosyeya enfal û komkujiya Barzaniyan bi jenosayd û tawaneke dijî mirovayetiyê nasand.

Em xweşhaliya xwe bi derketina wê biryarê derdibrîn ku temamkerê biryarê dinê wê dadgehê ye. Em spasî wan hemû birêzan dikin ku di wê dosyeyê da kar kirine û derketina wê biryarê jî baweriya dadperweriya pirsa me li aliyan xurttir dike û heman demî de mezinbûna qebareya wê sîtemê jî bi bîr tîne ku li ser gelê me da hatiye ku eve jî wê baweriya me diçespêne ku paşaroj herdem ji bo xelkê sîtemlêkiriye û rû reşî jî her ji bo sîtemkarane.

Bi vê helkeftê daxwaz ji sercem aliyên pêwendîdarên Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê dikîn hemû duvdaçûnek ji bo bi mafgihandina kesukarê qurbaniyan bikin û ji bo vê yekê jî hemû amrazên ji bona qerebûkirin û yarmetîkirinê û kêmkirina li êş û azarê wan desteber bikin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

04.05.2011 Weke tê zanîn Di rûniştina doh ya dadgeha bilind ya tawanan ya Îraqê de, biryar hat dayîn ku Enfalkirina 8000 Barzanî wek Jenosîd bê naskirin û siza bi ser tawanbaran de sepand.

Back to top button