Cîhan

Serokwezîrê Tirkiyeyê ji mirinê xilas bû

Polîsên ku bi armanca parastina konvoya serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku ji Anqereyê çûbûn bajarê Kastamonu, di rêya vegerê de ketin kemînê û di encamê de polîsek hat kuştin û polîsek jî birîndar bû.

Li gorî nûçeya DHAyê, ekîba polîsên ku bo parastina Erdogan çûbûn Kastamonû, di rêya vegera Anqereyê de li devar Çiyayê Ilgazê rastî êreşa komeke çekdaran hat. Li gorî nûçeyê êrişa kemînê veguherî pevçûnê û di encamê de polîsekî jiyana xwe ji dest da û polîsek jî birîndar bû.

Hate ragihandin ku, gelek ambulans bo cihê bûyerê hatin hinartin.

Berpirsiyariya êrişê hê tu rêxistinê hilneda ser xwe û ji rayedarên ewlehiyê jî derbarî bûyerê de tu daxuyanî nehate dayîn.

Serokxezîrê Tirkiyeyê Erdogan derbarî bûyerê de di mitînga bajarê Amasya de axivî û got:

–  Ev êriş ji hêla kesên ku sindoq û demokrasiyê qebûl nakin hatiye kirin

Serokxezîrê Tirkiyeyê di berdewamiya axavtina xwe de got:

– Kesên ku bi rêya sindoqê nekarîn bigihîjin armanca xwe serî li van rêyan didin, lê divê bête zanîn ku, bi vê tu gihîştina armancê nabe û gel dê bersivê bide. Me kefenê xwe li xwe kiriye û em ketine vê rê û heza tu kesî nîne ku temenê ku Xwedê daye kurt bike an jî dirêj bike. Tu hêz nikare welatê me parçe bike û em ê welatê xwe nedin parçekirin. (AKnwes)

Back to top button