Polîtîk

Serok Barzanî ber bi Urdinê û Misrê bi rê ket

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê îro digel şandeyeke hikûmiya bilind, ji firokexaneya Hewlêrê ua navdewletî ber bi Ummanê paytexta Ûrdûnê ve bi rê ket.

Serok barzanî dê piştî serdana Ûrdûnê ku li ser vexwandina şahê Ûrdûnê Şah Ebdullah pêk tîne, li ser vexwandina serokê Misirê Husnî Mubarek serdana Misirê jî bike.

Serokê herêma Kurdistanê dê di çarçoveya xwe ya Qahîreyê de digel sekreterê giştî yê Komkara Erebî Emir Musa bicive.

Şandeya digel serok Barzanî pêk hatiye ji wezîrê kulturê yê Herêmê Kawe Mehmud, serokê dîwana serokatiya herêmê Fuad Husên, berpirsê ofîsa têkiliyên derve ya herêmê Felah Mustefa û serokê desteya vegerhênanê ya herêmê Hêriş Muherrem.

pukmedia

Back to top button