Kurd dixwazin beşek ji projeya Nabucco bin
Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel telefizyona CNN got ku hikûmeta herêma Kurdistanê di hewil û xebatên berdewam de ye da ku gaza Kurdistanê bi rêya pirojey Nabucco bi rêya Tirkiyeyê bişîne Ewropayê.
Salih got ku beşdarîkirina herêma Kurdistanê di vî pirojeyê giringe ku gaz û neftê bişîne derve li gor destûrê daîmê Îraqê mafê herêma Kurdistanê ye û ne li dijî destûrê ye. Serokê hikûmetê di hevpeyvîna xwe de got ku berpirsên herêma Kurdistanê dixebtin da ku Kurdistanê bikin niqteya peywendiyên navebra gelan û welatên deverê.
Salih got ku herêma Kurdistanê bingehên baş yên dirustbûna sebterekî aborî bihêz têde heye. Serokê hikûmetê got: Hikûmeta herêma Kurdistanê hêsankariya ji berhemanînên biyanî re dike ku bên li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin.
Serokê hikûmetê got ku di pêşerojê de tê texmîn kirin ku herêma Kurdistanê 3 hata 6 tirilyon m3 gaza xwezayî hebe, ” ev jî rêjeyeke gelek mezine, ji ber hindê pêwîste em beşek bin ji pirojeyê Nabucco.” Weke tê zanîn piorjeyê Nabucco pirojeyekî cîhanî gelek mezine. Gaza xwezayê bi rêya boriya diçe Ewropayê, ev pirojeye ji Azirbaycanê dest pê dike û di nav Tirkiyeyê de drbas dine bo Ewropayê. Herêma Kurdistanê jî dixebite ku biîe dinav vî pirojeyî de. Ev piroje dê di sala 2016ê dest bi kar bike.