Di nava bajêr de şer derket

Li Cizîrê di nava bajêr de, di navbera polis û çekdarên PKK-ê de şer derket. Li gora  tê ragihandin, du şervanên PKK-ê ji bo karekî li bajarê Cizîrê bûn. Polisan xeberek standin ku hinek çekdarên PKK-ê li bajêrên. Li ser pira Cizîrê çekdarên PKK-ê û polis likayhev bûn û di encam de şer derket.

Piştî dengê çekan millet derket kolanan û seyra şer kirin. Şer pêş çavîn xelkê bajêr ve demekî  berdewam kir. Di encam de çekdarek yê PKK-ê jiyana xwe ji dest da û yek jî bi birîndarî ket di destê polîsan de.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: