Civak

Li Culemêrgê û Mêrdînê Dezgehên sivîl dengê xwe bilin kirin

Piştî Diyarbekir, batman û Wanê dengê daxwaza sekinandina şer û pêkanîna demokrasiyê ji Bajarê Culemêrgê jî hat. Li culemêrgê 44 dezgehên sivîl ku xwedî platforma Hewldan û çareserî û Dad, li ser rewşa dawî ya Titkiyr û geşbûna şer daxûyaniyek belav kirin.

Serokê Oda bazirganî û Pişesaziyê yê Culemêrgê Ahmet Şen daxûyaniya 44 dezgehên sivîl ya hevbeş ragihand. Di daxûyaniyê de hate ragihand ku: “ Veca em naxwazin cenazeyên kuştiyan bibînin. Pirsgirêka kurd bila bi riya demokrasîyê bête çareserkirin. PKK bila çekan bêdeng bike û hikûmet jî operasyonan bide rawestandin.“

Herweha 43 dezgehên sivîl li bajarê Mêrdînê jî daxûyaniyek hevbeş belav kirin û daxwaziya sekinandina şer kirin û ragihandin ku bila PKK ji dev karanîna çekan berde û Tirkiye jî operasyonan bisekinîne, da ku pirsgirêka heyî di rêya diyalogê û bi metodên demokratîk bêne çareser kirin.

Back to top button