Polîtîk

Wezîrê kevin ji Ak-Partiyê istifa kir

Parlementerê Stanbulê yê Ak-Partiyê Murat Başesgioglu ji partiya xwe îstifa kir. Murat Başesgioglu berê di hukumeta Partiya Anavatanê de wezîriya navxwe kiribû. Piştre ji partiya ANAVATAN-ê istifa kir û tevlî Ak-Partiyê bû. Di hilbijartinan de ji Ak-Partiyê bû parlementerê Stanbulê.

Murat Başesgioglu di hukumeta Ak-Partiyê de wek wezîrê karûbarê civakî cih girtîbû. Ka wê ev istifa çi tengiyê bide rewşa Ak-Partiyê heja nayê zanîn.

Back to top button