Şerefedîn Elçî li parlamentoya Kurdistanê hat pêşwazî kirin.
Îro sêşemiyê 02.08.2011ê li avahiya parlamentoya Kurdistanê, Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê pêşwazî li Şerefedîn Elçî, parlamenterê kurd li parlamnetoya Tirkiyeyê û şandeya pê re kir.
Şerefedîn Elçî û hevalên xwe, bi minasebeta wefata Hameîl xanê, hevjîna serokê netewî Barzaniyê nemir û dayîka serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, careke din sersaxiyên xwe pêşkeşî gelê Kurdistanê û serokê Kurdistanê kirin û got ku wefata Hemaîl xanê bi tenê ne xema serok Barzanî ye lê xema hemû kurdan û xelkê azadîxwaz û demokratîkxwaza e.
Elçî ji serokê parlamentoya Kurdistanê re behsa rewşa bakûrê Kurdistanê bi taybetî û rewşa Tirkiyeyê bi giştî ya piştî hilbijartinan kir.
Kerkûkî jî di axavtina xwe de got ku piştî peyrewkirina siyaseta vebûna demokratîk li Tirkiyeyê gelek guhertin di siyaseta Tirkiyeyê de çêbûne û “pêwîste hemû alî zêdetir giringiyê bi wê siyasetê bidin û sûd ji wê derfetê werbigirin, çûnkî her bi tenê bi aşitî û diyalogê hemû pirsgirêk çareser dibin.”