Polîtîk

Serdana şandeya PDK bo Goranê siyasî yan jî civakî bû

Piştî Newşêrwan Mistefa beşdarî di merasima sersaxiya Hemaîl Xanê, hevjîna rêbirê gelê kurd Mistefa  Barzanîyê nemir û dayîka serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de kirî,  roja îniya borî (29.07.2011) şandeyeke Partiya Demokrata Kurdistanê bi serokatiya Edhem Barzanî endamê civata serokatiya PDK, li bajarê Silêmaniyê, serdana Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê kir.

Ev serdana şandeya PDKê bo baregayê Tevgera Goranê di mediya kurdî da bi du awayan hat şirove kirin. Hindek aliyan weke serdaneke siyasî û ji bo çareserkirina pirsgirêkn navbera desthilatê û opozisyonê de û hindekan jî bi serdaneke civakî weke bersvik bo beşdarîkirina serokê Gornê di merasima dayîka serokê Kurdistanê de wesif kir.

Lê Edhem Barzanî di daxuyaniyekê de li dor serdan axwe ya bo baregayê Tevgera Goranê û hevdîtina bi Newşêrwan re got:
– Min bi nûneratiya serok Mesûd Barzanî û malbata Barzan serdana Newşêrwan Mistefa kir daku ji bona beşdariya wî di merasima behiya dayîka serokê herêma Kurdistanê de sipasiya wî bikem.

Back to top button