Cîhan

Rusiya amasdeye piştgirya biryara NY li dijî Sûriyê bike

Wezareta derve ya Rusyayê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ew li dijî biryara Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo  şermezarkirina rijêma Sûriyeyê dernakevin bi şertê ku ew biryar behsa sizan  bo ser Sûryeyê neke.

Berprisê Rojhilata Navîn û Bekûrê Afrîqiyayê li wezareta derve ya Rusiyayê got:
– Em ne li dijî biryareke NY ji bo protestokirina rijêma sûrî ne, lê eger biryar behsa zêdekirina siza û zixtê bike hîngê ew dibe meselek din. Em dixazin rijtina xwînê kêm bikin û demokrasiyê zêde bikin.

Çavdêrên siyasî diyar dikin ku piştî du rojên minaqeşeyê li Konseya Ewlkariyê li NY û piştî êrîşên emin û leşkerê sûrî bo ser bajarê Hema û kuştina 122 hevwelatiyan helwestê hikûmeta rusî nermitir bû, ji ber ku beriya noke Rusiya bi dijwarî li dijî her biryareke NY bo li dijî rijêma sûrî.

Ji aliyek din û di helwestekî nû de bo cara yekem Hilary Clinton wezîra derve ya Amerîkayê, bi amadebûna sefîrê Amerîkayê yê li Sûryeyê, li Waşîngtonê digel hijmareke dijberên rijêma sûrî civiya.

Back to top button