Cîhan

Surî: Rijandina xwînê berdewam e

Li Surî rijandina xwînê nasekine.Rêjeya xwepêşandanên ku rejimê protesto dike zêde dibe. Rejimê roja yekşembê zedeyî 150 kes kuştîbûn û vê yekê dengê xelkê bilindtir kir.

Şevîdin piştî mêja terawîha leşkeran li taxek ya Şamê operasyon kirin û di encam de 6 sivîl hatin kuştin û 150 kes jî hatin girtin.Li deveran din yê Surî hêjmara kuştiya gihat 24 kesî.

Ji konseya ewlehiyê ya YN di derbarê Surî de tu biryar derneketin. Dewletên wek Rusya û Çîn rê nedan ku di derbarê Surî de biryarek bête standin. Ji bo vê jî gotin û daxuyaniyên Amerika û welatên YE tenê dimîne gotinan de. Hinek biryarên ku di derbarên rayadarên Surî de jî têne girtin tu bandora xwe li helwesta Surî nake.

Back to top button